Malbatê, cenazeyê rojnamevana çapemeniya azad Gulistan Tara piştî 9 rojan ji Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê girtin. Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna rojnamevan, çalakvan û kesayetên civakê, ji bo pêşwazîkirina cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara, merasîmek li dar xistin. Di merasîmê de li ser navê şîrketa Chetir daxuyanî dan û gotin: “Ev êriş di çarçoveya wan sucên ku dewleta Tirk ên li seranserî Başûrê Kurdistanê de ye. Armanca van êrişan bêdengkirina çapemeniya azad a li beramberî tawan û dagirkeriya dewleta Tirk e.”
Di merasîmê de rêveberê şîrketa Chetir Kemal Heme Reza daxuyanî da û êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên çapemeniya azad şermezar kir. Heme, berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê dije terora PDK’ê ve şermezar kirin. Heme soza şopandina rêbaza şehîdên çapemeniya azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara dubare kir.
Piştî merasîmê cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara şandin şîrketa Chetir ku lê kar dikir bi û ji wir jî ber bi bajarê Êlihê ve bi rê kirin.