Zaroka 8 salî Nalîn Gural di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de di Rûbarê Egertutmazê de di tûrikî de hatibû dîtin. Cenazeyê Guran îro di danê sibehê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û anîn taxa Qereqoçê.
Cenazeyê Guranê li mizgefta taxa Qereqoçê hate şûştin û wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Cenaze piştre anîn gundê Çuliyê û hate definkirin. Gelek kes beşdarî merasîma definkirinê bûn. Cenazeyê Guran di nava girî û zêmaran de hate definkirin.
Hewla veşartina li gundekî din
Baroya Amedê hewlda ku cenazeyê Narîn Guranê ji bilî gundê lê hatî qetilkirin were veşartin lê vê hewldanê encam negirt.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya X’yê ev peyam parve kir: “Raya giştî daxwaz kir ku Narîn li gundê lê hatiye qetilkirin neyê veşartin û ev hêvî û daxwaz ji me re jî hatin ragihandin. Tevî hemû hewldanên me (ji bo ku di warê qanûnî de kesên divê biryarê bidin xizmên wan e) di mijara cihê veşartinê de guhertinek nehate kirin.
Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de
Di girtekê de sedema mirinê û zemanê wê nehatiye diyarkirin û di girtekê de cih dane van agahiyan: “Ji ber ku cenaze riziyaye nehatiye diyarkirin ku ka mirin kengê pêk hatiye. Beriya cenaze ji hundirê kîs bê derxistin karûbarên skopî hatiye kirin. Li gel pisporên radyolojiye û pisporên tiba edlî lêkolînên pêwîst hatine kirin. Îstîsmar jî di nav de her cure mînak ji cenaze hatine girtin. Bi giştî 91 heb mînak ango nimûne ji cenaze hatine girtin. Birîna amûrên birînê û sîlehê di laşê wê de nebûye, nûveya xwîna hundir nehatiye bidestixstin. Wê ev hemû nimûne ango mînakên hatine girtin ji bo Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê bên şandin û li gorî lêkolîna li wir bê kirin, dê diyar bibe.”