12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Gulistan Tara bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” defin kirin

Malbatê bi girseyî û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” cenazeye rojnamevan Gulistan Tara spartin axê.

Balafira SÎHA ya dewleta tirk, bi hevkariya PDK’ê Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Sileymaniyê qetil kiribûn. Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara, duh malbatê ji saziya tipa edlî ya Silêmaniyê wergirtin û bi merasimek girseyî şandin Bakurê  Kurdistanê. Cenazeyê Tara li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseyê cenazeyê Tara li deriyê Xabûrê yê Sîlopiyê bi girseyî û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” pêşwazî kir.

Piştre ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê wê cenazeyê şehîd anîn Êlihê. Girseyê cenazeyê Tara li Êlihê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Şehit Namirin” pêşwazî kir. Cenazeyê Tara bi girseyî birin taxa Tilmirç a Êlihê. Piştî wecîbeyên olî, jinan darbesta Tara bi dirûşmê “Bimre ixanet, bijî Kurdistan” danîn ser milê xwe û birin Goristana Taxa Tilmirç.

Polîsan xwest rê li pêş girseyê bigire

Polîsan di ketina goristanê de pêşiya girseyê girt û xwest pêşiya polîsan bigirin. Lê jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî ” benda polîsan derbas kirin û ketin goristanê. Jinan bi dirûşme û duayan cenazeyê Tara li tenişta gora bavê wê defin kirin.

Birayê rojnamevan Gulistan Ahmet Bulent Tekîk, anî ziman ku rêya  çapemeniya azad rêyek pîroz e û wiha got: “Rêya çapemeniya azad rêyek azad e. Me girêdana bîranîn û rêya doza Gulistan li Silêmaniyê dît.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî anî ziman ku hedefa yekemîn a êrîşkaran jin in û wiha got: “Me dît ku hevala me li  başurê Kurdistanê çawa kar dikir. Yek ji mînaka  herî aşkere ya êrîşên îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî gelê me êrîşa li dijî Tara û Bahadîn e. Ewil êrîşî jinan dike. Jinan qetil dikin. Lê emê bêtir têkoşîn xwe mezin bikin.”

Birayê Gulistan û Hevserokê DEM Partiyê yê Elîhê Mustafa Tekik jî wiha got: “Ez Hero Bahattin û Gulistan Tara bibîr tînim. Ez ji hemû kesên li çar parçeyên Kurdistanê li nirxen xwe xwedî derdikevin bi minettim. Bila serê gelê kurd sax be. Ez ji hemû kesên li çar parçeyên Kurdistanê piştevanî kiriye spas dikim. Em weki malbata Gulistan soz didin gelê xwe. Heta aştî bê ser vê axê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Piştî definkirinê ji bo hemû kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana  xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin. Îro saet di 11.00’an de dê sersaxiyê qebûl bikin û saet di 15.00’an de ji mewlûdê bidin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê