12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Yalçin radestî malbata wî hat kirin

Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Serhat Yalçin ku li navçeya Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû radestî malbata wî hat kirin.

Di 10’ê Gulanê de li gundê Bamitnê yê navçeya Licê ya Amedê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk de şer derketibû. Di şer de gerîllayê HPG’ê Serhat Yalçin (Dilgeş Guzereşîn) û gerîllayekî ku navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 2 her du gerîllayan jî ji bo teşhîsê anîn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê.

Malbata Yalçin a li Wanê dijî ji bo teşhîsê îro serê sibê hate Amedê. Malbatê cenazeyê Yalçin ji ATK’ê wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. Hate hînbûn ku cenazeyê Yalçin li taxa Karşiyaka ya Wanê bê veşartin.

Her wiha hat ragihandin ku cenazeyê gerîllayê ku navê wî nehate zanîn jî ji aliyê malbata wî ve hatiye wergirtin.