Şaredarê Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek di roja ewil a Cejna Qurbanê de li mala xwe ceyranê pê girt û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zeyrek li pêşiya avahiya şaredariyê merasîmek pêk hat. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, wekîl û gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.
Piştî axaftinan, cenazeyê Zeyrek birin Mizgefta Hatuniyeyê. Piştre jî ji bo nimêja cenazeyê anîn Qada Cumhuriyetê. Cenazeyê Zeyrek, li Goristana Çatalê ya li navçeya Şehzadelerê hate definkirin.
Şîna Zeyrek li Eywana Fatîh Sergî ya li Qada Cumhuriyetê hate danîn.