Hunermenda kurd a navdar Ayşe Şan ku 29 sal berê li Îzmirê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê li Îzmirê spartibûn axê. Beriya ku jiyana xwe ji dest dabû xwestibû li Amedê bê definkirin.
Ayşe Şan di 18 kanûna 1996an de li Îzmirê jiyana xwe dest dabû. Cenazeyê Ayşe Şan piştî 29 salan bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê anîn Amedê. Nûnerên şaredariyê û hunermendên kurd dê cenazeyê Eyşe Şan li Goristana Yenîkoy a Rezanê saet di 10.00an bi merasîmekê defin bikin. Dê hevserokên Bajarê Mezin ê Amedê û navçê, parlamenterê Amedê Serhat Eren û Malbata Şan tev li merasimê bibin.