12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Çelebî li Wanê spartin axê

Cenazeyê siyasetmedarê kurd Zekî Çelebî ku di 17’ê gulanê de di êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan de spartin axê. Polîsan ketin û derketinên Goristana Selîmbey ku cenaze lê hate veşartin ji êvarî ve dorpêç kir. Polîsan cenaze di ketina bajêr de sekinandin û tevî 15 ferdên malbatê derbasî goristanê kirin. Rêveberên DBP, HDP, parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr, ferdên malbata Çelebî û gelek kes beşdarî merasima cenaze bûn. Polîsan girse asteng kir. Lê parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî polîsan da.

Piştî niqaşan di nava welatiyên ku xwestin bikevin goristanê û polîsan de gengeşî derket. Polîsên ku deriyê goristanê girtin mudaxileyî girseyê kirin. Welatiyan, mudaxileya polîsan bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” şermezar kir.

Malbatê di bin dorpêça polîsan de cenazeyê Çelebî spartin axê. Piştre malbat derbasî qadê bûn û li vir daxuyanî da. Kekê Çelebî, Fevzî Çelebî axivî û wiha got: “Birayê min 13 sal bûn li sirgunê dijiya. Me xwest bînin ser axa ku jê dayik bûyî, lê destûr nedan ku em cenazeyê wî jî veşêrin. Ev ne zilm e çi ye? Polîs tê cem min û dibêje ‘devê xwe neveke’. Ev ji zilmê zêdetir tiştekî din nîne, em vê rewşê qebûl nakin. Divê dewlet dev ji vê hişmendiya xwe berde. Şûna ku dewlet kujeran bibîne tê êrişî cenazeyê me dike. Em weke malbata wî li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Ez spasiyên xwe pêşkeşî herkesê ku hatine vir dikim. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê me ye şehîdê hemû kurd û Kurdistanê ye.”

Polîsan êrişî girseya ku bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre îxanet” meşiyan, kirin. Tevî êrişê jî girseyê demekî dirêj bi dirûşm û çepikan astengkirina polîsan şermezar kirin.