Bavê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan Alî Bakirhan ku demeke ji ber nexweşiya xwe ya alzheîmerê duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alî Bakirhan bi merasîmekê li Qersê spartin axê. Piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Paşacayir cenazeyê Bakirhan birin Goristana Paşaçayir. Cenazeyê Alî Bakirhan li kêleka gora hevsera wî Îpek Bakirhan a ku di 2024an de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Di merasîma cenazeyê Bakirhan de li gel Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê HDPê Cahît Kirkazak, parlamenter û hevşaredarên DEM Prtiyê, nûnerên saziyên sivîl, bi sedan werlatî amade bûn.
Piştî definkirina cenaze malbatê li Mala Şînê ya Paşaçayirê teziye qebûl kir.