4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê 27 leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne

Li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê, êrişên ku Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dabû destpêkirin, bi dijwarî didomin. Bîlançoya êrîşê jî roj bi roj girantir dibe. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, di nav 4 rojan de cenazeyê 27 leşkeran birine nexweşxaneyên li Colemêrg û navçeya wê Geverê. Li gorî nûçeyê, cenazeyên leşkeran ji Balefirgeha Selahattîn Eyyûbî ya li navçeya Geverê bi balefirên kargoyê ji malbatên wan re hatine şandin.

Li gorî agahiyên ku cerdevanê tev li êrîşê bûne dane, şer li herêma Zap bi dijwarî tê kirin. Cerdevan, dibêjin ku ji ber şerê dijwar cenazeyên leşkeran bi rojan li erdê dimînin û kes nikare biçe ser wan. Her wiha cerdevanan agahî daye ku di şer de 150 leşker jî birîn dar bûne û ji bo tedawiyê wan rakirine Tûgaya Qomando ya Çiya ya Colemêrgê.