8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cejna Êzî pîrozkirina bidawîkirina greva birçîbûnê ye

Civaka êzidî li dijî dirêjbûna şevan û kinbûna rojan dikevin greva birçîbûnê. Dema Xweda daxwaza wan qebûl dike ew jî wek bidawîkirina greva xwe Cejna Êzî pîroz dikin.

Di baweriya êzdiyetiyê de hefteya yekem û duyem a kanûnê, rojên herî kurt ên salê ne, lewma di van hefteyan de 3 rojan rojî tên girtin. Di van rojan de xwîn nayê rijandin, pêkanîn û gotinên xirab nayên kirin û tenê dua tê kirin. Beriya rojiyê her malbatek sawelakê serjê dike û ji vê rojê re jî ‘Roja Serbirê’ tê gotin. Roja înê jî Cejna Rojiyên Êzî ye.
Di baweriya Êzîdiyan de kesên ku rojî bigire divê ji her tiştî zêdetir li ser zimanê xwe baldar be û axaftina nerast neyê ser zimanê wan. Herwiha divê tiştê ku nehatibe kirin neyê gotin. Têkildarî mijarê di qewlên ezîdiyan de wiha tê gotin: “Kesên ku li ser zimanê xwe serwer bin ew kes li ba Rebê xwe, yan jî li ba Xwedayê xwe rêzdar in û weke çil roj rojî girtibin tê hesibandin.’
Di nava civaka êzîdiyan de ‘Rojiyên Êzî’ bi 2 şêwaza tên girtin. Ji van şêwaza re jî ‘Salnameya Laleşê’ û ‘Salnameya Mergehê‘ tê gotin. Li gor vê yekê; êzîdî li Şengalê hefteya yekemîn a meha Kanûnê rojî digirin û navê ‘Rojiyên Feqîran’ lê hatiye kirin. Êzidiyên ku li herêma Şêxan û Laleşê jî di hefteya duyem a Kanûnê de rojî digirin û navê ‘Rojiyên Babe Şêx’ lê hatiye kirin.

Em derbarê destpêkirina wateya girtina Rojiyên Êzî û bandora jinan a di berdewamkirina vê cejne de bi Meyan Hiço re axivîn.

Meyan Hiço di destpêka axaftina xwe de ‘Cejna Êzî’ li hemû kesan pîroz kir û hêviyên xwe yên ku ev cejn bibe boneya aştiyeke gerdûnî anî ziman. Meyan Hiço ji bo famkirina Rojiyên Êzî û Cejna Êzî ev agahî dan: “Beriya ez qala Rojiyên Êzî bikim dixwazin bibêjim ku wateya rojiyê çi ye. Êzî tê wateya Ezda yan jî yê ku ez dame, yê ku em anîne ser dinyayê û dihêle jiyan biherike ew Ezda ye. Wateya navê êzîdiyan jî ji vir tê. Li gor agahiyên ku mezinên me dane, di serdema xwedawendan de, herku diçû rojên salê kurt dibûn û şev jî dirêj dibûn. Gel jî wisa fikirîye ku eger wisa biçe dê roj nemîne û 24 saet dê bibin şev û her der dê bibe tarî û zilmat. Ji ber wê jî kesên xwedaperest taybet ên ku baweriya wan bi roj û agir tê li hev kom bûne û xwestine tiştek bikin ji bo ku ev guhartina gerdûnê were sekinandin.”

Greva birçîbûnê

Meyan Hiço di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gel ji bo bala Xweda bikişîne dest bi greva birçîbûnê dike û ji bilî duakirinê tu tiştekî nake. Hemû wextê xwe ji bo dua û îbadetê vediqetîne û ji Xweda dixwaze ku xêr û xweşiyê li tevahiya cîhanê belav bike. Rojperest, roja duşemê amadekariyên xwe dikin û roja sêşem, çarşem û pêşemê dikevin greva birçîbûnê. Piştî van sê rojan êdî meyze dikin ku carekî din roj vedigere, şev kurt dibin û roj dirêj dibin greva xwe bi dawî dikin. Piştî dawîbûna greva xwe ku di encamê de armanca wan pêk hatiye bi şahî kêfxweşiyê roja înê kirine cejn. Niha tu lê binihêrî hersê rojên ku em bi rojî dibin hersê rojên herî kurt yên salê ne, heta roja pêncşemê jî her ku diçe roj kurt dibin û şev dirêj dibin lê ji roja pêncşem û şûnve êdî roj dirêj dibin û şev kurt dibin, ev yek jî wisa diçe heta demsala payizê. Mînak di havînê de şev pir kurt in û roj dirêj in, lê herku ji payizê ber bi zivistanê ve diçe êdî roj kurt dibin û şev dirêj dibin.”

Jin parastvanên çandê ne

Meyan Hiço axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev cejn gelekî girîng e; hemû cejn û rojên me pîroz in lê ez dibînim eger ne ji jinan be ev roj û kevneşopî bi rê ve naçe. Ji ber ku parastvanên vê rojê jin bi xwe ne. Jin vê kevneşopiyê çawa diparêzin? Dema ku em bala xwe bidinê di vê rojî û cejnê de hemû amadekarî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Heke ne ji jinan be tu hêz nikare hemû endamên malbatê li hev bicivîne. Jin çawa ku endamên malbatê li hev dicivîne bi wî awayî çanda amadekirina xwarin û vexwarina vê rojê jî bi rê ve dibe. Herwiha jin di nav hemû roja cejnê de heta alîkariyê nede kesên feqîr xwarinê nade malbatê jî, pêşiyê alîkariyê didin kesên feqîr. Wek jinekê dîsa dibêjim ku heke ji jinan nebe tu kes nikarin berpirsiyariya berdewamkirina rê û resmên me yên çandî hilgirin ser xwe.”