12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cegerxwîn hat bîranîn

Navdarê Wêjeya Kurdî Helbestvan û Nivîskarê nemir Cegerxwîn, di 40. salvegera wefata xwe de bi çalakiyek têr û tije hat bîranîn.

Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi minasebeta 40. salvegera wefata helbestvanê Kurd Cegerxwîn, li Akademiya Hunerê çalakiya bîranînê li dar xist. Cîgirê Sekreterê Giştî Mustafa Yildiz, Serokên Daîreyan û gelek wêjehez beşdarî çalakiyê bûn.

Bername bi sînevîzyona derbarê jînenigariya Cegerxwîn de dest pê kir. Piştre bi moderatoriya Rêdûr Dîjle gotûbêja Nivîskar Dîlawer Zeraq a bi navê “Tevkariya Helbesta Cegerxwîn a li Muzîka Kurdî” û ya Nivîskar Mizgîn Ronak a bi navê “Cegerxwînê Bavê min, Hêza Helbestê û Hozan Çawa Dibe Maliyê Her Malê” hat lidarxistin.

Cegerxwîn helbestxwûn afirandin

Nivîskar Mizgîn Ronak ku balkişand ser navê “Cegerxwîn” û wiha axivî: “Divê em vê pirsê ji xwe bikin û bibêjin Cegerxwîn Kî ye? Dema ku em bersiva vê pirsê bidin em ê bizanin ku çima Cegerxwîn ev nav li xwe kiriye. Dema ku em bala xwe didin helbestên wî em dibînin ku gelekî efsûnî ne û bûne welatek. Bi lixwekirina vî navî helbet berxwedanek jî pêk hatiye.”

Her wiha Mizgîn Ronak bal kişand ser ku Cegerxwîn bi helbestên xwe bûye maliyê her malê û wiha domand, ” Cegerxwîn bi helbestên xwe “Helbestxwûn” afirandiye. Ji ber ku pirtûkên kurdî qedexe bûn mamosteyên medreseyan pirtûk ji ber dikirin. Şivanên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû jî dîwanên wî ji ber dikirin û dixwendin. Ji ber wê divê em van pirsan bibersivînin, Cegerxwîn çi yê me ye? Em çawa dikarin wî bidin jiyandin û em dikarin çiqasî wî temsîl bikin.”

Zeraq, diyar kir ku pêwendiyek bingehîn di navbera edebiyata kurdî û muzîka kurdî de heye û wiha axivî: ” Em piştî 40 salan behsa tesîra ku Cegerxwîn kiriye, dikin û em dixwazin ku ev tesîr bidome. Cegerxwîn bi helbestên xwe estetîka berxwedanê çêdike û helbesta “Kî Ne Em” dinivisîne. Bi ser dikeve. Ji wê rojê ve hebûna me ava dike.  Cegerxwîn bi helbestên xwe êşên gel dineqişîne.”

Her wiha Zeraq diyar kir ku denbêjî ji muzîkê zêdetir edebiyatek e û axaftina xwe wiha domand, dengbêjî wek muzîkê dixuya lê di eslê xwe de wêjeyek e. Ji ber fonetîka kurdî dengbêjî wek muzîkê diziye. Dema tê gotin meriv aciz nake û di nava ziman de xwe dibîne.”

Çalakiya Bîranînê, piştî xwendina helbestên Cegerxwîn û konserta Koma Hîvron bi dawî bû.