Em avê neparêzin, av jî me naparêze. Av jiyanê dide me, lê em ji pêdiviya xwe zêdetir vala xerç dikin û hemû kaniyên avê dimiçiqînin.
Ava ku ji bo mirov, sewal û nebatan çavkaniya sereke ya jiyanê ye, li cîhanê her ku diçe kêm dibe. Çavkaniyên avê sal bi sal zuha dibin.
Av çavkaniya bingehîn a jiyanê ye. Di xwezayê de ji bo jiyana mirov, ajal, nebat û zindiyan xezîneya herî biqîmet e. Ji sedî 71ê cîhanê av e. Dîsa ji sedî 60 laşê mirov av e. Molekula ku form û teşe dide jiyanê ye. Av ji 2 hîdrojen (H) û Oksîjenekê (O) pêk tê. Di forma kîmyewî de wekî H2O tê binavkirin. Tahm, bêhn û rengê wê tune ye.
Li cîhanê her ku diçe ava paqij û bitendurist kêm dibe. Dîsa her ku diçe ava vexwarinê û ava şêrîn kêm dibe. Rapor û lêkolîn destnîşan dikin ku di 300 salên dawî de ji sedî 85ê qadên avî (avzêm) zuha bûne.
Li gorî rapora hevpar a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û UNICEFê ku di meha tebaxê de bi raya giştî re parve kirin; li welatên xizan mirov nikare xwe bigihîne ava paqij. Li gorî raporê li tevahiya cîhanê 2 milyar û 100 milyon mirov nikarin xwe bigihînin çavkaniyên ava paqij û bitendurist. Dîsa li gorî raporê nêzî 3 milyar û 400 milyon mirov nikarin li dordoreke paqij bijîn. Li tevahiya cîhanê her ji 4 mirovan yek nikare xwe bigihîne ava paqij û bitendurist.
Li Cîhanê û Tirkiyeyê her ku diçe ava vexwarinê kêm dibe. Eger li welatekî an jî li bajarekî ji bo pêdiviya mirovekî ya salekê dakeve bin hezar û 700 metrekupî, wê demê li wî bajar ango wî welatî stresa avê dest pê dike. Eger pêdiviya mirovekî ya salekê dakeve bin hezar metrekupî (1000m3) wê demê li wî bajar ango welatî xizaniya avê dest pê dike. Ew dibe welatê feqîrê avê.
Tirkiye stresa avê dijî
Li gorî rapora salane ya avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye yek ji wan welatan e ku stresa avê dijî û sala 2030an bi rîska ku bibe welatê feqîrê avê re rû bi rû ye. Li gorî Odeya Endezyarên Derdorê li Tirkiyeyê mîktara avê ya serê her şexsekî di zik hevde, nêzî hezar û 330 metrekup e. Li gorî lêkolînên Wekfa Parastina Jiyana Xwezayî li herêmên Ege, Akdeniz û herêma Anatoliyaya Başur û Rojhilat (bakurê Kurdistanê) mîktara avê di bin rêjeya ku tê xwestin de ye.
Baran ji sedî 31 kêm bû
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê piraniya Tirkiyeyê bi zuhabûneke awarte re rû bi rû ye. Yek ji welatên herî zêde avhewa lê hat guhertin Tirkiye ye. Di meha çile û sibatê de barîna baranê li gorî sala par ji sedî 31 kêm bû. Nebarîna baranê û zêdebûna germahiyê bandor li ser rêjeya tijebûna bendavan jî kir.
Çavkaniyên ava şêrîn zuha dibin
Li gorî pisporan li cîhanê her ku diçe çavkaniyên ava şêrîn zuha dibin. Ji ber germahiya kurevî zêde dibe, hevsengiya avhewayê jî xera dibe. Li gorî salên borî sal bi sal barîna baranê kêm dibe. Ev jî dibe sedem ku çavkaniya ava şêrîn zuha bibe. Ajansa Avê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Water), di raporê de destnîşan dike ku li tevahiya cîhanê nêzî 3.6 milyar mirov salê herî kêm mehekê qeyrana avê dijîn. Tê payîn ku heta sala 2050yî dê zêdetirî 5 milyar mirov ji ava vexwarinê mahrûm bimînin.
Li aliyekî ji ber qeyrana avhewayê, li aliyekî ji ber germahiya kurevî û li aliyê din ji ber zêdebûna gelheya mirovan ava şêrîn û vexwarinê her ku diçe kêm dibe. Bikaranîna çavkaniyên avê her sal ji sedî 1 zêde dibe. Ev jî dibe sedem ku çavkaniyên avê bêhtir kêm bibin.
Li gorî daneyên Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê ya DYAyê li ser ruyê cîhanê 25 welat tevahiya salê li dijî stresa avê têdikoşin. Eger li welatekî salê serê mirovekî pîvana avê dakeve hezar û 700 metrekî stresa avê dest pê dike. Dema li welatekî hikûmet nikaribe avê rast û baş bi kar bîne xerçkirina avê zêde dibe.
Li welatên ku herî zêde stresa avê lê heye, welatên Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur in. Li bakurê Efrîqayê ji sedî 83yê nifûsê û li başûrê Asyayê jî ji sedî 74 rastî stresa avê tên. Herî dawî dewleta Îranê bi qeyrana avê re rû bi rû ma. Serokê Komara Îranê Mesûd Pezeşkiyan, di mijdarê de daxuyanî da û diyar kir ku eger di meha kanûnê de baran nebare, dê li Tahranê avê qut bikin. Eger av têr neke, dê bajarê Tahranê tahliye (vala) bikin.
Li gorî lêkolînên Enstîtuya Pasîfîk a rêxistina fikrê ya DYAyê di navbera salên 2020 û 2023an de ji ber meseleyên avê nêzî 400 nelihevkirin (xirabûna peymanan) çêbûne. Ji ber nelihevirinên li ser avê yên di navbera welatan û nav welatan de pevçûn û şer derketine.
Li Tirkiyê jî ava şêrin zuha dibe
Li gorî lêkolînan, ji sedî 0.3yê ava li ser ruyê cîhanê tê bikaranîn. Li gorî nûnerên Rêxistina Çandinî û Zexîreyan a Neteweyên Yekbûyî (FAO) yên Tirkiyeyê çavkaniyên ava şêrîn bi lez zuha dibin. Li gorî pîvanên gerdûnî ji sedî 71ê tevahiya cîhanê av e. Lê tenê ji sedî 2,5ê wê ava şêrîn e. Ava tê bikaranîn jî, kêmî ji sedî 0,3an e. Li gorî rapora Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) êdî hevsengiya gera avê xera bûye. Li aliyekî hişkesalî zêde dibe, li aliyekî çavkaniyên avê kêm dibin.
Li cîhanê çavkaniyên ava şêrîn û vexwarinê golên avê, çem û bîrên avê ne. Lê di salên dawî de çavkaniyên binerdê her ku diçe kêm dibin. Ji ber ava şêrîn bê kontrol tê xerçkirin her ku diçe li ser ruyê erdê çavkaniyên ava şêrîn kêm dibe.
Cemed dihelin
Girê cemedan dihelin. Girê cemed-qeşa ya ku giraniya wê 450 gigaton e, heliya. Ji ber hilîna girê cemedê, li cîhanê, sala 2024an, behr 1,2 milimetre bilind bû. Ev jî dibe sedem ku çavkaniyên ava şêrîn heta demek dirêj kêm bibin. Kêmbûna ava şêrîn, bandoreke mezin li ser çandinî, cotkarî, sewalkarî û hevsengiya pergala ekosîstemê jî dike.
Sala 2024an, hawzeyên rûbaran (Çewlîg-mêrg) ji sedî 66ê an zuha derbas bûn an jî zêde bi baran derbas bûn.
Ji sedî 68ê çavkaniyên ava şêrîn xwe kişandine kûrahiya bin erdê. Ev jî dibe sedem ku av kêm bibe. Li gorî pisporan li welatên Somalî, Zimbabve, Erître, Mozambîk, Etiyopya û Efrîqeya Başûr di bin rîskeke mezin ne. Li cîhanê herî zêde Etiyopya qeyrana zuhabûnê dijî. Li welatên Îtalya, Îspanya, Yunanistan, Tirkiyeyê jî salê nêzî 6 mehan bi zuhayî derbas dibe. Li welatên wekî Iraq, Îran, Suriye û Urdunê jî ji ber qeyrana avê rîska koçberiyê jî heye.
Li gorî lêkolîna pisporan heta sala 2050an li ser ruyê cîhanê nêzî 216 milyon mirov dê ji ber zuhabûnê û tunebûna avê koçber bibin. Li welatên wekî Hindistan, Pakistan, Afganistan û Tacikistanê nezla (ast) ava bin erdê her ku diçe dadikeve jêr.
Pisporê çavkaniyên avê yê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (AÇA) Dr. Nihat Zal, diyar dike ku çavkaniyên avê yên Ewropayê ji ber şertên avhewayê û zêdebûna nifûsê, her ku diçe kêm dibin. Nihat Zal bi bîr dixe ku ji sedî 30yê axa welatên Ewropa û ji sedî 34ê nifûsa Ewropayê di bin stresa avê de dijîn.
Krîzeke mezin li benda me ye
Li gorî raporan nifûsa cîhanê ji sedî 50î qeyrana avê dijî. Rektorê Fakulteya Makezanînên Xweza û Endezyariyê yê Zanîngeha Îstinye Prof. Dr. Bestamî Ozkaya, destnîşan dike ku li cîhanê her ku diçe qeyrana avê kûr dibe. Prof Dr. Bestamî Ozkaya diyar dike ku li tevahiya cîhanê 2.2 milyar mirov nikarin xwe bigihînin ava paqij û biewle û dibêje: “Eger em ava xwe neparêzin, qeyraneke mezin li pêşiya me ye. Neteweyên Yekbûyî 22ê adarê wekî Roja Avê ya Cîhanê îlan kiriye. Ji bo em avê biparêzin û rast bi kar bînin ev rojeke şiyariyê ye. Yek ji çavkaniyên herî girîng a jiyana mirov av e. Bi pêşketina qeyrana avhewayê, pêdiviya avê zêdetir dibe. Li cîhanê nêzî 3.5 milyar mirov ji ava biewle û xizmeta sanitasyonê bêpar in. Li cîhanê ji sedî 50yê mirovan bi zorê ava paqij peyda dikin. Di 50 salên dawî de ji ber guhertina avhewayê girê cemedan pir zêde heliyan.”
Ji sedî 85ê qadên avî zuha bûn
Li gorî lêkolînên Prof. Dr. Ozkaya, di 300 salên dawî de ji sedî 85ê qadên avî (avzêm) zuha bûn. Di salên dawî de 485 hezar mirov ji ber ava qirêj nexweş ketin û mirin.
Li Iraqê dibe pirsgirêkek esasî
Li Iraqê ji ber ku dewleta tirk avê bernade, roj bi roj hişkesalî zêde dibe. Bi taybet ji ber av nayê berdan, çandinî, sewalvanî kêm dibe û gelek niştecihên gundan berê xwe didin bajaran. Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê Xalîd Şemal der barê pirsgirêka avê ya li Iraqê ji Rojnewsê re axivî. Xalid got ku îsal baranek baş barî, lê bi temamî wê ev rêje pêdiviyên havîna bê pêşwazî neke.
Forma Avê a Mezopotamyayê
Di meha cotmehê de li Amedê di bin malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi hevkariya Tevgera Ekolojiyê a Mezopotamyayê, Forma Avê a Mezopotamyayê ya 2yemîn hat lidarxistin. Di formê de li ser ruyê cîhanê, bi taybet li hewza Dîcle-Firatê, ango Mezopotamyayê pirsgirêka avê hat nîqaşkirin û li ser çareseriyên pirsgirêkê hat axaftin.
Armanca forûmê ew e ku av li hewza Mezopotamyayê wekî maf û amûrek ji bo aştiyê were hesibandin û gelên herêmê di polîtîkayên avê de xwedî gotin bin. Lewma di nîqaşan de piranî li ser mafê avê û azadiya çeman hat sekinandin. Her wiha yek ji mijara sereke guherîna avhewayê û bandora wê li ser ava şêrîn bû. Careke din hat gotin ku ger tedbîrên berbiçav neyên wergirtin pirsgirêka avê her ku biçe wê zêde bibe.
