Bû çend sale ku tenê di xewnên xwe de dibîhisim dengê te, lê çavên xwe digirim û bi dengê te tev li çîroka Mîrza Meheme dibim, ji xwe ev çîrok bû ku min li ser pişta hespê rewan ji hemû hesretan revand û bir ber bi ezîziya êşan ve bir.
Dema min li dinê mêze dikir di şibaka zaroktiya xwe de, timî dengê bilûra te dihat guhê min. Dengê bilûra te min bi bask dikir û difirand ber bi çiyayên sebrê ve. Tu sebra tarîtiya min bûyî ya di her kêliyên jiyanê de ji min re çirûsk. Dema dilê min ber bi êşek ve diçû, çavên te wek qulingên serhedê helbestan dixwend ji lorîna dilê min re. Êş, bi bask dibû û difiriya ber bi quntara çiyayên rêheval. Aramî çiye, ji sebra te ez hîn bûm. Çiya rêheval, tu rê-jiyan, çiya bêrîkirin tu hembêza min ey bilûra zaroktiya min..
Dibêm dengê te Dayê, barana kulîlka emrê min bû. Di her dilopekî de baxçêyên hêviyên delodîn şîn dibû, di her baxçekî de ruyê te yê kurdistanî. Çi bêjim Dayika min, tu bûyî ji min re xemla biharan, bilûra şivan û pez a xezalan. De bêje ez ê ji kîjan demsal stiriyên kerengan berhev bikim, ji kîjan çiyan dengê pepûkê birêkim bo bêrîkirina te ya nehatî… Bila kî ji şûna min ve biqîre ”kî pepûk ez pepûk?” Çavê min li asîmanê dilê te de bêbask e ev çend havîne, kî pepûk ez pepûk, kî pepûk havîn pepûk. Piştê te bêhtir bûm neyar ji havînê re, piştê te bêhtir birîndarin dem û war. Niha li ber şewqa bîranînên te çîroka tenêtî ya xwe mezin dikim bê-dem û war. De bila bicivin xemên min li dor hêviyên qurmiçandî, bila refên teyran ji hemû dengbêjan gotinên xembar bireşînin li dû çûyîna te… De hema kêliyek be jî bila xem bicivin û bila dinya bibe wargeha xemcivînê bo bêdengiya te Dayê can. Çavên te kelecana emrê min a bê-dewlet bû, lewma di her sînorekî de min xwe dispart ne-girîni ya şewata awirên te.
Niha ji min dûre destên te yên pîroz. Dema ev negihîştin tê bîra min ez dixwazim çavên xwe bigirim û xwe berdim xewekî bê-dem razêm û razêm. Lê dizanim pêlên giyana te xwe li hemû dûrketinan dixe û diherike ber bi dilê min ve. Ya rast giyan e bi qurban, ya rast hest û hîs kirine. Û ji xwe tu di her kêliyê de li beriya me dimeşî, di her kêliyê de çavên te awêne, rûyê te çira ye ji bo min… Ji xwe dilê te bi qurban, nizanim çawa bêjim, sermestiya rêwîtiyek tije bi gul û rîhan! Lewma wê her bihar bêhna te vekin, her çiya belekiyên xwe binexşîne bo xatirê bejna te, lewma giyanim her ku çavên min bi spîndarekî bikeve wê hêviyên delodîn bireqsin bi ser dilê min ê xewbar ve. Bû çend sale ku tenê di xewnên xwe de dibîhisim dengê te, lê çavên xwe digirim û bi dengê te tev li çîroka Mîrza Meheme dibim, ji xwe ev çîrok bû ku min li ser pişta hespê rewan ji hemû hesretan revand û bir ber bi ezîziya êşan ve bir… Êşa te jî demsalek e êdî li ser emrê min, her ku birevim ji dinê ez ê xwe berdim ev demsal a ku bo min stargeh e êdî, her ku bigîrim wê ev demsal ji bo min bibe destmal û ez ê govenda gehîştinê bigirim li bin dara behîvê.
Dengê bilûra te tê niha ji çirûskên şeverenga gundên çiyayî û min çavên xwe girtî ye. Jixwe dema bêriya te dikim tim çavên xwe digirim, dibên ji çav destpê dike hemû rê û stran. Ez dê tev li kilama Huseynê Mûşî bim û bi bilûra rewanî di welatê çavên te de begihîjim Dîjle ya dilê te. Belê giyanim, dema çavên xwe digirim rastiya mirinê xwe dikuje bi hubra rêwitiya ber bi te ve. Dema çavên xwe digirim dildariya te dorpêç dike ne-aramiya vê dinê. Dema çavên xwe digirim û te difikirim, bazekî Serhedî difire ji singa min û ez di kelecana gelî û çiyayên te de dikevim sermestiyek ji baxçeyên bişeng û beybûnan…Ji ber vê giyanekem, êş evîndarî ye, evîn e. Êş meşa ber bi xwe ve ye. Lewma giyanim, dê ez di her kêliya jiyanê de bi destê birînen xwe bigrim û bimeşim heta û heta ku biêşim. Ez çiqas biêşim ez ê çavên xwe bigirim û xwe berdim bin dewa fistanê te yê kulîlk hez. Dewa fistanê te giyanim, bo min daristana şevê ye. Her çiqas ku kelegirînî bim ez ê xwe bispêrim daristana dewa te û bi stêrkên reqsok re helbestên sermest bixwînim.
Dengê te giyanim, barana kulîlka emrê min bû. Di her dilopekî de zaroktiya min bi destê min digre û ber bi lîstikên hêvîwar ve dibe. Êş dibe hêvî, hêvî şîn dibe, êşwar dibe dem, dem hevîwar dibe. Her dem û war bi êş a te xwe dixemlîne, min dixemlîne, dil dixemlîne. Êş me xweşik dike giyanim, te hertim wisa digot. Sebra ku te tê de hesretên xwe mezin dikir, niha gihiştiye min û te mezin dike. Rûyê min tim li çiya ye, tu di quntarê çiya yê xwe de xweş razê giyanim, pêl ên dilê te tê digihîje qiraxa çavên min. Ez te dibînim, bêhna te tê min û dibim dînê hêviperweriyê di rengê spîtahiya şîrê te yê pîroz…