Di nav zindîbûyîna gerdûnê de mirov jî wek zindiyekî/ê di nav pergala gerdûnê de cihê xwe digire. Mirov formulasyoneke komunal e. Bi formulasyona kom-komun hebûna xwe pêk tîne. Mirov bi kom-komun anku bi civakbûnê armanca xwe ya di nav gerdûnê de pêk tîne.
Bi awayê zanistî jî hatiye piştrastkirin ku mirov di nav gerdûnê de zindiyê herî ciwan e. Ew jî tê wê wateyê ku mirov paşeroja gerdûnê hemûyê di xwe de dihewîne. Ji bo wê em dibêjin mirov ‘gerdûna biçûk’ e.
Mirov bi civakbûnê peywira xwe ya di nav gerdûnê de pêk tîne; di nav malbata civakbûnê de hemû rê û rêgezên jiyanê bi pêş dixe û di heman demê de li gor wan rê û rêgezan dijî. Her zindiyek li gor rêgezên xwe yên jiyanê dijî. Jixwe armanc û rêgeza jiyanê heqîqeta zindîbûyînê diyar dike.
Wateya her zindiyekê/î di nav jiyanê de li gor heqîqeta xwe jiyîn e. Mirov jî wek zindiyek piştî ku gihişt heqîqeta civakbûnê li gor rêgezên civakbûnê jiya. Her pêşketinên di nav jiyanê de bûn kombûyîn û di nav civakê de bûn serpêhatiyên dîrokî. Taybetbendiyeke din a mirov ew e ku zindiyek dîrokî ye; bi paşeroj, îro û pêşerojê bi hev re di nava hevsengiyekê de dijî. Ew mirova/ê ku bi vî şeklî tev negere wek zindiyekî rojane dijî û dê rojane bijî.
Di roja me de du awayên mirovan derketine holê. Yek jê hewl dide ku li gor heqîqeta bijî û dijî. Yê din jî ew e ku piştî rûdana desthilatdarî û dewletê dûrî heqîqeta xwe dijî û derewê wek heqîqet dide nîşandan. Ev jî tê wê wateyê ku du dîrok, du hişmendî û du jiyan derdikevin holê.
Hişmendî çi be li gor wê jiyanê ava dike. Forma wê ya hişmendiya civakî ya jiyanê ji forma hişmendiya desthilatdariyê cudatir e. Ji bo wê jî pênase û destgirtina mijaran cuda dibe.
Di rojên ku em tê de derbas dibin de dîsa gelek tişt tên gotin û nîqaş li ser van gotinan tên kirin. Di nîqaşên ku tên kirin de ji ber ku li ser bingeha kîjan hişmendiyê de tê nîqaş kirin li ser nayê sekinandin her alî li gor xwe pênase dike û xwe ferz dike. Serê gelek kesan jî di nava van nîqaşan de gêj dibe û her tiştî nav guhê hev dixe.
Ji ber mirov ku zindiyên civakî ne hemû tiştên ku rojane dijîn û dertên pêşiya wan jî divê li gor heqîqet û bingeha hişmendiya xwe bigire dest. Tiştê ku em rojane dijîn jî berhemên dîroka me ne. Ji roja ku desthilatdarî û dewlet derketine heya niha mirov her tim têkoşîna vegera li ser heqîqeta xwe dike. Komeke desthilatdaran jî her tim êrîşê mirov û civakbûnê dikin.
Ev herdu alî di roja me de wek têkoşîna civakî û hêza dewletê xwe didin der. Niha pirsgirêkeke mirovahiyê tê jiyîn. Ji bo ku ev pirsgirêk li ser heqîqeta xwe bê çareserkirin têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Aliyê desthilatdariyê ji bo pirsgirêkê ji holê rake bi awayekî qirkirinê êrîş dike. Vê êrîşa xwe jî wek çareseriya pirsgirêkê pênase dike. Ji bo te tune bike dest dirêj dike û tu jî, bêyî ku mêze bikî û bifikirî ka destê kê ye, ji bo ku dest bigirî hev pêpes dikî ji bo ku herî pêşiyê dest bigirî. Paşê li yê dim re dibêjî “Destekî dirêj dikî bi destê din jî xencer digirî. Hinek kes jî serê wan gêj bûye û dibêjin “Ji aliyekî ve destê xwe dirêj dikin ji aliyê din ve jî qeyûmê diavêjin ser şaredariyan.
Desthilatdar roja ku silav daye heya niha bi awayekî pir zelal dibêje: “Silavdayîna min ji bo ku te tune bikim e.” Dîsa jî ew kesên ku naxwazin vê rastiyê bibînin guhê xwe ji van gotinan re digirin. Di nav civakê de gotineke heye: “Dijminatî bêminetî ye.” Loma mirov ji dijmanê xwe gazincan nake. Ji ber ku jixwe karê wî ew e. Tiştê xeflet ew e ku bi yek silavê ji aliyê desthilatdariyê hêviya çareseriyê hatibe avakirin e.
Di dîroka têkoşîna mirovahiyê de heya niha tiştê ku pêk hatiye bi awayekî pir zelal li holê ye. Desthilatdariyê ji bo ku têkoşîna mafên mirovahiyê ji holê rake her tim êrîşên qirkirinê pêk anine. Ji ber ku hişmendiya desthilatdariyê cuda ye, pênaseya wê ya çareseriyê tunekirin e û pir zelal jî her carê vê yekê dubare dibêje.
Hewce ye ku bîra me ya dîrokî ya kesên ku di nav vê herîkîna dîrokê de cihê xwe digirin her tim zindî be. Vê yekê jî em baş bizanin: “Daxwaz û xwestekên bindestan bi amûrên desthilatdariyê pêk nayên.”
Baş e, divê mirov destê hev negire, silavê nede hev gelo? Bêguman divê em destê hev bigirin û silavê jî bidin hev. Lê divê ev yek bi zanebûna hişmendiya dîrokî û li ser bingeha rêgezên civakî pêk bê. Hema mirov li 50 salên dawiyê mêze bike mirov dikare gelek dersên ku jê derxe bibîne. Têkoşîneke xurt a li ser bingehên civakî û hişmendiya dîrokî ya rast a li ser heqîqetê gelek caran desthilatdar birine ber lingan.
Gotina dawî, ji bo ku mirov îro fam bike hişmendiyeke dîrokî ya rast hewce ye. Kesên ku duh, îro û sibe di nav zanebûna civakî de neyînin cem hev û wisa nêzik nebin her tim ê di nav sergêjiyeke mezin de bin. Çareserî bi lutufkirina desthilatdariyê pêk nayê. Çareserî li ser bingeha civakî di têkoşînê de ye. Dîsa gotineke civakî tam jî ji bo vê rewşê hatiye gotin: “Çavên li deriyan, xwelî li seriyan.”