4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çavdêrî û analîzek li ser çend xalan

Hasan Harranî

Îro 2 heyv û 20 rojên min li Cenêv a Siwîsreyê qediyan. Dema beriya ku ez bêm vê derê zêde xeyalên min ên xweş û geş tine bûn. Û min xeyalên wiha jî nekiribûn. Bi xeyalekî wiha jî nehatim vê derê. Xeyalekî wiha jixwe ne rast e jî.

Di vî zemanî de hêvîkirina têkilî û jiyana  kolektîf ji xwe li ser zemîna Ewropayê  xeyalwêraniyeke mezin e. Her tiştên ku ketine ser peran, mêzîn û pîvana her merhele û qada jiyanê ku bi peran tê diyarde kirin, di nava pergal û mercên wiha de tu nikarî jiyaneke xweş û geş bibînî yan jî xeyal bikî.

Tiştên ku min li vê derê êşand û tewand ne hêvîkirina tiştekî wiha di nava vê pergalê de bû. Min ev yek pir hindik dizanîbû û min texmîn jî dikir. Lê tiştê ez êşandim û tewandim hêvîdarî û bendewariya li hevalên me, rêxistin û dezgehên me bû. Rewşa vê derê û nêzîkatî û têkiliyên li nava van rêxistin û dezgehan ku hatine rûniştandin bi yek gotinekî karesat e.

Carinan dema ez li ser rewşa van komele, meclis û dezgehên din difikirim mejî û aqilê min disekine. Nikarim tu tiştekî ji nava hev û du derêxim. Nikarim navekî li tu rewşekî bikim.

Tişta min roja pêşîn dîtiye, piştî wî, tiştên dibînim hêna jî ew tiştê ku min roja ewil dîtiye xurt dike û piştrast dike.

Çi bû ya ku min roja ewil dît?

Bê guman ew tişt, ev tişt bû. Ruhê riziyayî, mejiyê vala û kesayetên kavilîn.

Ez ê vê analîzê li ser van her sê xalan pêşde bibim: Ruhê riziyayî, mejiyê vala û kesayeta kavilbûyî.

Mirov li vir bi rastî jî rîziyayî ne. Mejiyê wan vikî vala bûye û tu tiştekî aîdî xisletên camêrî û mirovbûnê nemaye. Kesayet tar û mar bûye û ji lingan ve şikestiye. Bi rastî jî kesayet rûxandî ye. Bi yek gotinekî kavil bûye.

Çima wilo dibêjim? Û tişta ku bi min vê dide gotin çi ye? Û bi rastî jî ev tiştê ku ez dibêjim gelo rast e?

Çi emare ne ku van tiştan bi min didin gotin?

Niha ez ê van xalan yek bi yek rave bikim.

Tiştê mirov dike mirov bê guman fikir û ramana wî ye. Ger mirov ji hizirînê hatibe qutkirin bawer im îmkan û derfetên nûbûn û pêşketinê winda dike. Mirovek dema van xisletên xwe winda dike nikare tiştekî jî biafirîne. Ew afînerî ye ku mirov bi veger dîsa dike nava kar û barê hizirîn û ramyariyê, her wiha hizirîn û dîsa afirînerî û dîsa lêvegera hizirînê. Ev her du tişt weke dînamoyê hevu û du xwedî dikin. Hizirîn û afirînerî ji tiştek wisa ye.

Hêvî û tehayûla pêşerojê ya mirov li ser kar û barê ku ew bi destê xwe dike û diafirêne ava dibe. Xweşbînî û hêvî bi van afirîneriyan derdikeve holê.

Heya mirov dikare bihizire dikare biafirîne jî. Lê dema ji hizirînê qut bû, weke dara ku rehê wê ji avê qut bibe hêdî hêdî ziwa dibe. Pêşî hizirîn disekine û paşê vedigere ser roj û demên borî û ji xwe re nostaljî dike. Paşê ew jî ji holê radibe û hêdî hêdî dikeve pêvajoyekî rizînê.

Rizandin xelek bi xeleek pêvajoyên din li pey xwe tîne.

Çi ne ev?

Mejî vala dibe. Bîr diçe. Hêvî dimirin. Têkiliya te ji jiyanê hêdî hêdî qut dibe.

Tenê rewş bi vê yekê sînor namîne. Kesayet li hev dikeve. Tevgera mirov xira dibe. Pergal û qaîdeya mirov li hev dikeve û gelek tiştên ne normal derdikevin holê. Kesayet wêran dibe.

Lewre pêşî mejî winda kiriye.

Em ê niha sedemên vê encamê bêjin. Tale lê verisîne kêşeya jiyanê li ser vî esasî tê kirin. Mirov qebûl bike neke rastî ev e.

Motîvasyon tiştekî muhîm e. Di civakên beriya civakên endustriyaliyê de ya bi rastî gotin û pêdiviyekî weke ahenga motîvasyonê nebû û tune bû jî. Lê çiqas civak cur bi cur bû, çiqas civak di nabeyna cureyên pîşe û dereceyên civakî de dabeş bû ahenga nabeyna mirov û jiyanê jî xira bû. Pêvegirêdana mirov û jiyanê, mirov û kar, mirov û rola afirîneriyê xira bû.

Pîsporiya dabeşiya civakê tiştek kifş kir. Ew jî  motîvasyon bû.  Pêdiviya kifşkirina motîvasyonê qutkirina bala mirovan a li ser beşên jiyanê yên din bû. Baldarbûn tenê li ser kar û barê wî bû. Di nava kaosê de avakirina pergalekî mînîmalî bû ji bo xebata mirovan.

Lewre civaka endustriyalî bi xwe pircurebû û jiyan jî di nava vî pircureyê de dabeşkirî bû. Diviya mirovan li gorî vê rewşê cî bi cî bikira. Û wilo jî kirin.

Çend sal berê di salên 2008’an de li ser polîtîzebûna civaka kurd li Amedê ez gihabûm tahlîleke wiha. “Civakek ku zêde bê polîtîzekirin xeter e.”

Dibe ku ev gotin tûj û şaş bê dîtin. Lê di dîroka cîhana 100 salî de  zeman bi dehan mînak û tecrubeyên vê xalê tijîne û îspat kirine.

Encamên vê pir in û texrîbatên wê yên ku li ser civakê jî dikin pir in.

Çi ne ew?

Tembelî, bê xebat nan û xwarin û qezenckirina zêde, jiyanperestiya konformîst û hwd. Min ev encam hemû di dawiya wê polîtîzekirina zêde de dîtin.

Civakek ku di nava çerx û qaîdeyên wiha de bête teşekirin di jiyana kedkarî û afirînerî de bi kêrî tiştekî jî nayê. Dema ew pergal xira dibe û hildiweşe hemû xeyal û hizirîna wan jî pê re hildiweşe û av û av diçe.  Tecrubeya Almanya, Romanya, Çekya, Sovyet û yên dawî jî Afganistan û ya me jî  tecrubeya bakurê Kurdistan encamekî vê rewşê ya herî ber bi çav e. Civakên wiha piştî karesatên siyasî ji her hêlî de wêran dibe.

Almanya, Çekya, Romanya piştî ew polîtîzebûna zêde xwe temîr kir, kêmasî û şaşiyên xwe bi çav û nêrîneke zanyarî û bêalî rewşa xwe tehlîl kir û xwe ji wê karesatê derxist. Giranî da ser zanyariya pîşekarî û feraseta pêkveanîna jiyanê. Lewma jî gav û merheleyên gelek mezin avêtin û ketîn pêşiya civaka modern. Lê yên ku tu caran ders û îbret ji rewşa xwe dernexistin û analîzeke zanyarê û bêalî nekirin ew hîna jî wê êşê û trajediyê dikişînin. Em kurd jî mixabin parçeyek ji vê beşê ne.

Îro li Ewropayê kesên ku hatine li vir bi jiyanê re angaje nabin kesên ku ji wê atmosferê û ji wê motîvasyonê hatine ne. Hemû li pey jiyanek konformîst in. Lê ew jiyan jî nîn e. Ne feraseta wan ne zanebûna wan û ne jî pisporiya wan a li ser beşên pîşekariya jiyanê heye ku bikaribin daxilê jiyana civakî û xebata jiyanî bibin. Dema bi destê wan jî nakeve buhraneke mezin dijîn. Jixwe mejî têkiliya xwe ji hizirînê biriye. Mejî têra xwe tembel bûye û naxebite. Xeyal şikestîne û hêvî hêdî hêdî ditemire. Kelecana jiyanê vêsiyaye. Ka wê mirovên wiha çawa dikaribin bi jiyan û civaka modern re entegre bibin?

Ger di civakeke modern de zanyariya pîşeyî di hiş û mejiyê mirovan de neyê bicîkirin û di şûna vana de tenê propaganda û argumentên polîtîk di hiş û ramana mirovan de were bicîkirin ew civak birçî dimîne û rehê afirîneriyê di jiyana wî de tê qutkirin. Lewre her mirovê nehoste li her derê betal e. Kes karekî nade mirovê nexwedî pîşe. Civaka xurt ew e ku beriya nanê siyasetê zanibe bi çend cureyan xwarina nanê pîşevanî bixwe. Ger pergala civakekê, her mirovekî civaka xwe herî kêm di du-sê beşan de neke xwedî zanîn û hostayiya pîşeyê nikare nan bixwe û nikare bibe civakeke xurt.

Mixabin û hezar mixabin di jiyana pêşeroja me kurdan de ez ne zêde xweşbîn im û ne zêde hêvîdar im.

Hemî sazî û dezgehên kurdan li Ewropayê di nava xîzaniyê de ne. Kesek jî serê xwe naêşîne û nanihûre bingeha vê pirsgirêkê. Ka kurd li vir li Ewropayê bi van kesên  haşûrî polîtik û şoreşger li zemîna Ewropayê gelo wê şoreşê çê bikin?

Na kesên li vir ser van dezgehan bihêle li Ewropayê şoreş çêbikin, di binê karê xwe yê biçûçik de mane û dimînin. Divê kesên li vir peyewirdar bin, divê di warê komelgehiyê de di warê civaknasiyê de pispor bin. Ji cihên wiha re jî pispor û pisporî pêwîst in.

Lê ya muhîm divê projeyeke rasteqîn ya pîşevanî û pîşesaziyê li ser esasên rasteqîniya jiyan û civakê bête avakirin û mirovên xwe di serî de jî ciwanên xwe di vî warî de perwerde bikin. Pêşî divê lingê van ciwanên xwe ji hewa daxîne deyne ser erdê. Hizir û xeyalên wan jî ji nava ewrê asîman daxîne, bîne ser rastiya jiyanê. Her wiha ku bikaribe heqîqeta jiyanê bi wan bide nasîn û zanîn. Pêdiviya xebatê û berdewamiya jiyanê bi wan bide zanîn. Dema ev hate kirin wê ew çax bixwazin hînî  pîşevaniyê jî bibin û bi zanîn û hunera xwe tev li jiyanê bibin. Ev tişt wê têkiliyan jî nû bike, wê hêviyê jî zindî bike û wê kesayeteke nû jî ava bike. Wê mirov ji ruhê rizyayî xilas bibin, mêjiyê vale pak bibin, ji kesayeta kavilî derkevin û her wiha xwe ji nûve ava bikin. Ji xeynî vê rê tu riyekê li pêşiya van mirovên me yên linglihewa nabînim.