28 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareseriya tundiya li ser jinan

Bêrîvan Yûnis

Bi salan e pergala dewletan xwe dispêre yekrengiyê. Jiyana ku li ser vê hişmendiyê ava bibe ji bilî şer û pevçûnan ti encaman bi xwe re nayne. Ji ber vê yekê, divê pergala dewletan were guhertin. Ji dêlva yekrengiyê, divê demokrasî bi pêş bikeve.

Bi rastî rojane êriş û tundî li hemû welatan li ser jinan pêk tên. Bûyerên kuştina jinan her weke nûçe derbas dibin, bi taybetî li welatên ku şer diqewime. Lê belê, min xwest zêdetir balê bikişînim ser Sûriyeyê. Ji ber ku me şahidî li gelek bûyerên li Siwêdayê, li ser durziyan kir. Asta hovîtiya çeteyên bi ser artêşa Şamê ve, hemû pîvanên hovîtiyê derbas kiriye. Îro desthilata Şamê ya demkî navnîşana hemû cureyên tundiyan e.

Di nav hemû şeran de destdirêjî, tecawiz, revandin û kuştin li dijî jinan pêk tên. Lê belê, hebûna dewleteke bi serpereştiya HTŞê, dê ji aliyê gelek dewletên dinyayê ve were nasîn. Çiqas normal e ku di sedsala 21emîn de, jin ji xwendina xwe (mafê perwerdehiyê) bêpar bimîne yan jî ji mafên xwe yê çûn û hatina serbest bêpar bimîne? Di dorpêça li ser herêman de bêparhiştina xwarin û vexwarinê çiqas ne normal be, bêparbûna jinan a ji mafên xwe jî bi heman awayî ne normal e. Em dikarin hemû tiştên ku hatine rêzkirin wek sucên şer binirxînin.

Di hemû zagonên mirovî yên navneteweyî de, di şeran de, mafê sivîlan heye ku li cihekî ewle bimînin. Revandin û kuştina mirovan û bi taybetî jinan li Sûriyeyê, herêmên di destê desthilata Şamê de gelekî zêde bûne û asta sûcan derbas kiriye. Li dijî van sûcên herî mezin ên ku ji aliyê herkesî ve tên dîtin, mixabin herkes xwe ker û kor dike. Ji ber ku berjewendiyên madî û desthilatî, ji jiyana mirovan girîngtir û ferztir tê dîtin.

Bêguman bi çûyîna rêjîma Baasê ku 54 salan li ser desthilatdariyê ma re hêviyek li gel pêkhateyên Sûriyeyê avakirin ku guhertin û veguhertin ne  pêkan e.  Bi taybetî ji ber ku ev 14 sal bûn  em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyên ezmûneke dewlemend bûn, ku ewqas sal em jî jê mehrûm bûn. Lê belê, ev hêvî bi hatina HTŞê re li bin erdê ket. Bûyerên pêk natin, nîşan da ku pergala heyî ji ya berê wê ne çêtir be.

Herkes rastiya îdeolojî û dîroka HTŞê dizane û her wiha herkes dizane ku HSDê demeke dirêj çawa herêmên xwe ji fikra îslama radîkal û siyasî (El Nûsra-DAIŞ) parast. Ev yek ji  bo herkesî diyardeyeke navdar bû ku qelenê wê pir giran bû. Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encax dikaribûn bi fikra xwe ya demokrasî û azadiya jinan DAIŞê têk bibin û fikra xwe ya wekheviya gelan biparêzin. Di rastiya hebûna HTŞê de ne azadiya jinan, ne demokrasî, ne jî qebûlkirina hebûna pêkahateyan heye. Hilbijartina pêk hat jî bêyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê bû. Di hilbijartinê de hejmara jinan ji sedî yek jî nînbû.

Eger em li paşxaneya dîrokî ya hebûna civakan vegerin, em ê li rastiya hebûna diyalektiya xweza û gerdûnê vegerin. Em ê bizanibin ku ji bo hevsengiya xwezayê her tim nêr û mê hebûne. Ev ji bo berdewamkirina jiyanê bingeh e. Dinya çiqas di nav guhertin û veguhertinê de be jî wê ev yek bi heman awayî berdewam dike.

Lê belê ji ber ku hişmendiya desthilatdariyê li ser bingeha tundiyê hat avakirin, hevsengiya di navbera xweza û civakê de xera bû. Di vê serdemê de tundiya li dijî jinan dest pê kir. Jin wek meta hat dîtin û ji gelek mafên xwe bêpar ma. Niha tundiya herî mezin ku li Sûriyeyê tê meşandin, ew e ku jin ji mafê xwe yê siyasetê mehrûm dimîne. Ji ber nebûna jinan a li nav siyasetê, li Sûriyeyê tenê şer, pevçûn û xwînrijandin heye.

Di hemû aliyan de jî zehmetiyên xebatên jinan hene. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hewl didin di qadên ku mêran dagir kirine de cihê xwe bigirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî li vir pergaleke cuda ava kir. Ev pergal hewl dide têkoşîna jinan di nav jiyanê de misoger bike û baweriya hevjiyana azad  bi xwe re bi qewde dike. Mînak, bi saya pergala hevserokatiyê gelek guhertinên girîng pêk hatin.

Êdî jin tenê wek cinsa ku xizmeta mêr dike nayê dîtin, ew bû hêz û fikira pêşveçûn û guhertinê. Lê em nikarin bibêjin ku ev di asta ku tê xwestin de ye û pêşketinên heyî jî bêzehmetî pêk hatine. Ev pirsgirêk bi saya perwerde û karbeşiya jiyanê dikare ji holê bê rakirin. Avabûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û têkoşîna jinan a li dijî hişmendiya mêrperest hêza jinan xurt kir. Mixabin vê hêzê jî, li tevahiya welêt, fikra li ser parastina ewlehiyê û hemwelatiyan neguhert.

Me di pratîkê de wateya têgeha ewlehiyê wenda kiriye. Ji ber wê em lê digerin. Nebûna ewlehiya li Sûriyeyê ji bo jin, zarok, ol û baweriyan tabloyeke tirsnak datîne pêşberî me. Li dijî vê tabloyê jinên ku rojane bi ferzkirina hîcabê re rûbirû dimînin, têdikoşin.

Niha em dikarin bibêjin ku li hemû welatan jin di bin xetereyan de ne. Lê hişmendiya cîhadîst a li Sûriyeyê ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn xwedî potansiyeleke xirabker e. Nêzikatiya li dijî durzî û elewiyan, encamên vê potasiyelê ne. Sûriye niha ne dewleteke biewle ye, bi taybetî ji bo jinan. Heta mafên jinan misoger nebin, em nikarin ji bo Sûriyeyê behsa ewlehiyê bikin.

Bi salan e pergala dewletan xwe dispêre yekrengiyê. Jiyana ku li ser vê hişmendiyê ava bibe ji bilî şer û pevçûnan ti encaman bi xwe re nayne. Ji ber vê yekê divê pergala dewletan were guhertin. Ji dêlva yekrengiyê, divê demokrasî bi pêş bikeve. Li nav vê demokrasiyê, em dikarin bibêjin ku hemû cudahî dê bikaribin bi awayekî azad bijîn.