Wezîrê Perwerdehiyê (MEB) Yûsûf Tekîn, di 7’ê Gulanê de daxuyand ku wê 20 hezar mamosteyên bi peyman tayin bikin. Wê ji bo pêşserlêdanan û ezmûna devkî tecrih di navbera 20-31’ê Gulanê de bên kirin. Namzet wê di 1’ê Gulanê de têkevin mulaqatê. Ji bo dersa dînî hezar û 594 kontejan hat veqetandin. Ji bo mamosteyên kurmancî 6 û yên kirmanckî jî 4 kontejan hat veqetandin. Kontejana ji bo kurdî bû cihê bertekan.
Edîtora Kovara Destarê Jîn Aryen û Rêveberê MED-DER’ê Îbrahîm Halîl Taş têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
Jin Aryen anî ziman ku her sal di dersa kurdî de pirsgirêk derdikevin û wiha got: “Dersên bijarte yên kurdî, li gelê kurd û zarokên kurdan heqaret e. Li Kurdistanê bi milyonan kurd dijîn. Bi milyonan zarokên kurd hene ku mafê wan ê perwerdeyê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê mijara sereke ya ku divê bê nîqaşkirin ne 10 an jî 20 mamoste ne. Hezar mamoste jî bên tayînkirin ev pirsgirêk dê berdewam be.”
Jîn Aryenê bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî kurdî û wiha domand: “Ji aliyekî ve wekî ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin, li aliyê din jî qenaleke kurdî tê vekirin. Li aliyê din zimanê kurdî wekî dersa bijartî li pergala perwerdeyê zêde dikin, lê bi awayekî rê li ber vê yekê digirin. Divê daxwazên gelê kurd li ber çavan bên girtin; divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bê misogerkirin. Divê hebûn, ziman û çanda gelê kurd bê qebûlkirin. Ji kreşan heta zanîngehan divê gelê kurd, zarok û ciwanên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. A rast divê tirkî dersa bijartî be. An jî divê tirkî û kurdî di heman rêjeyê de bên dayîn.”
Jîn Aryen da zanîn ku li gorî lêkolînên herî dawî, kurdî di nav zimanên herî pêşketî yên cîhanê de di rêza 8’an de ye û wiha pêde çû: “ Kurdî her çendî heta niha bê statu mabe jî xwe ew qas parastiye. Ger kurdî xwedî statu bûya, wê pir pêşketî bûya.”
Rêveberê MED-DER’ê Halîl Îbrahîm Taş jî got: “Mixabin wê ji bo kurdî tenê 10 mamosteyan tayin bikin. Ez pir kêm e. Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Yan na çi bê kirin wê xapandin be û kêm be.”