Çawa ku bi ketina Sadam Huseyîn pirsgirêkên Iraqê nehatin çareserkirin û heta îro didomin, bi ketina Esad jî wê pirsgirêkên Sûriyê çareser nebin û hîn aloztir bidomin. Sedemên vê yên dîrokî û îroyîn hene. Gava berî û piştî şerê cîhanê yê duyemîn hêzên emperyal xwe ji Rojhilata Navîn vekişandin, Îngilîzan Iraq û Fransa jî Sûriyê radestî partiya Baas a ku li Iraqê di 2003an de û li sûriyê piştî 21 salan di 2024an de hilweşiya kirin. Gava Îngilîstan di 1932an de ji Iraqê û Fransa di sala 1946an de ji Sûriyê vekişiya bi awayekî zanistî kurd dan bin destê her du partiyên Baas û ev bindestî kêm zêde heta roja me didome, ji ber ku hîn jî dewletên desthilat ên wek Ingilîz û Frans nahêlin Kurdistanek were damezirandin, di dema referandûma li Başûr de û herî dawî di êrîşa li ser Minbicê de ev yek bi eşkere hat dîtin.
Ger koalisyona navdewletî bixwesta çeteyên tirk nikarîbûn biketana Minbicê, lê bi zanîn xwe ker kirin, ji ber ku di plansaziya Amerîka ya li ser Rojhilata Navîn de vekişandina Kurdan a li rojhilatê Firatê heye. Amerîka dixwaze Kurdan wek hêzeke li hember teroristên DAIŞê werin bikaranîn di dest xwe de bigire û dîsa bi vê hêzê dewlemendiyên wek nefta li Rojavayê Kurdistanê bixe bin xizmeta xwe. Bêguman ji vê yekê wê Îsraîl û hin welatên Ewropî jî sûd bigirin. Yanî armanca Amerîka ne sazkirina dewleteke Kurdî, ne parastina Kurdistanê, ne jî xwedîderketina li mafên Kurdan e. Amerîka dixwaze li Rojhilata Navîn xwedîhêz be û di vê bihêzbûnê de bi Kurdan re têkiliyên bikaranînê saz bike. Bêguman aliyê Kurd jî vê yekê dizane û ew jî wek têkiliyeke siyasî ya beramberî, dixwaze ji vê bikaranînê sûd bigire û destkevtiyên xwe him misoger bike, him li gorî derfetan berfireh bike.
Pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn pirsgirêka sereke ye. Pirsgirêka Îsraîl û Filistinê ewqasî ne sereke ye, ji ber ku ew tenê di navbera du hêzan de ye. Lê ya Kurdan di navbera pênc hêzên herêmî û pêncî dewletên derveyî herêmê de ye. Wek birêz Beşîkçî jî qalê kiriye Kurdistan mêtingeheke cîhanî ye. Heta pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, dev jê berde çareserbûna pirsgirêka Sûriyê, wê ya Rojhilata Navîn û ya cîhanê jî çareser nebe.
Piştî hilweşîna rejîma Baas, bi taybetî hêzên desthilat ên wek Tirkiyê, dixwazin vê yekê wek nîşana destpêkirina Sûriyeke azad pêşkêş bikin. Kûr lê bihizirin, di hefteya yekem a guhertina rejîmê de kî diçe Şamê û serdana mizgefta Emevî dike? Serokê MITê Îbrahîm Kalin. Kî bi dilûcan êrîşî destkevtiyên kurdan dike: Serokê MITê yê berê Hakan Fidanê xayînê gelê xwe. Ev tê çi wateyê? Guhertina li Sûriyê ya bi destê HTŞ, OSO û çeteyên din ji aliyê MITê ve tê birêvebirin.
Li Sûriyê gelê Sûriyê bi vîna xwe ranebûye ser piyan û Bişar Esad nedaye revandin. Hêzên navdewletî li hev rûniştin, Îsraîl, Amerîka û Tirkiye jî di navê de biryara domdarkirina aloziya li Sûriyê dan, ji bo xerakirinê erk dan destê cendirmeyên xwe Tirkiyê. Çeteyên bi piranî mûçeyên xwe ji Tirkiyê distînin û bi Amerîka û Îsraîlê re di nav hevkariyê de ne ji kozikên wan derxistin û berê wan dan Haleb û Şamê. Bi vê yekê ji aliyekî ve darbe li Rûsya û Îranê xistin, ji aliyekî ve rê li ber desteserkirina axa Sûriye ya ji aliyê Îsraîlê re vekirin û ji aliyekî ve Kurd vekişandin rojhilatê Firatê.
Her çendî bi destê HTŞê hikûmeteke demborî yan domdar were çêkirin jî, ji ber beşekî mezin ji axa Kurdistanê ya parçeyê Rojava di bin dagirkeriya Tirk de ye, Kurd wê vîna xwe radestî vê dagirkeriyê nekin û têkoşîna xwe bidomînin. Ji aliyê din ve hêzên li Sûriyê yên alevî, Asûrî-Suryanî, Durzî, wê desthilatiya cîhadîstên HTŞê bi hêsanî nepejirînin û li gor derfetan li ber xwe bidin. HTŞ ne hêzeke demokratîk e, ku bi nasîna mafê gel, çand û olan Sûriyeyê bike demokratîk. Demokratîzekirina ereb û tirkan ji şînhatina xwê û zayîna qantirê zehmetir e, fikra cîhadîst, şerîetxwaz û nijadperestiya ereb û tirk qet rê nade demokratîkbûna van şiyandarî û miletên wan. Mirovekî bibêje Alahûekber û serê mirovên din jêke, gule bireşîne ser jin, zarok û birîndaran, bêguman nikare bibe demokrat.
Demokratîkbûn çandeke şarezabûnê ye. Gel an kesên bi çandiniyê re mijûl bûne dikarin bibin demokrat û sazûmanên demokratîk saz bikin û bi rê ve bibin, lê gelên di seranseriya jiyana xwe de pîvazek neçandibin, ew nikarin bibin demokrat. Mirovahî bi çandiniya li navbera Dîjle û Firatê, li derdora Nîlê bû mirov. Lê li jiyana tirk û ereban binêrin; dewleta Osmanî sê parzemîn dagir kir. Lê bi rastî pîvazek jî neçand. Ji bo wê ew ne xwediyê çandê ne û nikarin bibin demokrat. Lê kurd hîn ji dema neolîtîkê ve xwediyê çanda şaristaniyê ne û demokrasî di ruhê wan û xwîna wan de heye. Ev rastiyeke dîroka gelan e.
Li ser çapemeniyê bi piranî dibêjin wê Sûriye bibe sê parçe, parçeyekî bidin suniyên HTŞ, parçeyekî bidin selefiyên girêdayî tirkan çeteyên OSO, DAIŞ û herwekî din û ger Amerîka piştgiriyê bike û tirk îkna bibin, nîv parçeyî jî bidin Kurdan û li wir rewşeke awarte wek mînaka li Başûr çêkin. Çima mînaka li Başûr? Ji ber ku Başûr di rewşeke wiha de hatiye girtin, qet ne xurtir dibe, ne tine dibe, tim ji bikaranînê re amade ye, şûrê demokles ê di destê tirkan de jî tim li ser serê wan diheje. Ew dixwazin heman rewşê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî saz bikin, ji bo wê bala xwe bidinê di êrîşa tirkan û çeteyên wan a li ser Minbic û Dêrelzorê de xwe ji binî ve ker kirin. Lê dibêjin em nahêlin ku tirk êrîşî rojhilatê Firatê bikin. Lê ev yek pirsgirêkê çareser nake. Çawa ku 20 sal in Sedam Huseyîn bi destê Amerîka ji erkê hat xistin û hîn jî çareserî nehatiye Iraqê, qedera Sûriyê jî wê bi vî awayî be.
Çareserî dikare çawa pêkan be: Divê tirk ji axa dagir kirine werin derxistin. Çeteyên OSO werin belavkirin. Di navbera kurdên Başûr û Rojava de lihevkirinek were çêkirin û Kurd axa dagirkirî Efrîn, Girêspî, Şehba, Minbic û ciyên din bidest xwe bixin. Û çi hikûmeta li Şamê were damezirandin, rêz li vê yekê bigire û bi tecrubeya kurdan a demokrasiyê nêzî gel û olên Sûriyê bibe, wê demê dibe ku Sûriye hinekî aramiyê bibîne, lê bi rewşa îro xwîn wê hîn jî bibe lehî û biherike mixabin.