Li Iraqê piştî hilweşîna rejîma Seddam Huseyîn, sala 2005’an destûrkeke nû hat çêkirin. Di vê destûra bi referandumeke giştî hatî misogerkirin de qaşo hate diyarkirin ku mafê hemû pêkhateyên Iraqê ketiye bin ewlehiyê. Lê belê ji ber ku ev destûr li ser realîteya civakên Iraqê nehatibû amadekirin, di pratîkê de hikumeteke li gorî vê destûrê pêk nehat!
Mekanîzmaya ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê hatî destnîşankirin jî neket meriyetê. Nexasim jî kêşe û nakokiyên di navbera herêma Kurdistan û Iraqê de, mijara ‘xala 140’emîn’ çareser nebûn.
Ji hikumeta Eyad Ellewî (1 hezîran 2004-3 gulan 2005), heta Îbrahîm Cehferî (3 gulan 2005-20 gulan 2006) heta Nûrî Malîkî, Heyder Ebadî, Adil Ebdulmehdî, niha jî Mustefa Kazimî hikumetên pêk hatî, li ser esasên destûr û rêgezên hatî diyar kirin ava nebûne; li ser esasê dabeşkirina desthilat û pere ku di navbera Bexda û Hewlêrê de bê parvekirin…
Lewre hikumetên heta niha hatî avakirin ji bo ku ne xwedî siyaseteke serbixwe ne, ji xizmeta gel wêdetir li gorî berjewendiyên çînên desthilatdar tevgeriyane, lewma arîşeyên civakî (kêşeyên bêkarî, gendelî, îdarî, siyasî, xizmetguzarî; jin, ciwanan, ekolojî hwd) kûrtir û mezintir bûne.
Çîna niha li ser destihlata Bexdayê, heta niha hewl daye xwe bihêztir bike û vê hêza xwe jî li hemberî hikumeta Hewlêrê bi kar bîne. Dewletên dagirker ên Kurdistanê jî hemfikir in ku li hemberî bihêzbûna hikumeta Bexdayê, hikumeta Hewlêrê lawaz bibe û têk biçe. Lewre çi ji destê wan hatiye alîkariya eşkere û nepen dane hikumeta Bexdayê.
Li aliyê din beşa desthilatdar a herêma Kurdistanê jî, her tim bi şik û guman li hikumetên Bexdayê nihêriye. Ev jî bûye sedem ku her du alî jî rast nêzî hev nebin. Bi gotineke dîtir, heta niha hikumeta navendî bawerî pê neaniye ku li Kurdistanê hikumeteke federal heye; hikumeta herêmê jî ji hukumeta navendî piştras nebûye ku di mijarên hikumeteke hevbeş a rasteqîn de xwedî pare ku weke du hêzên hevbeş dewleta Iraqê bi rê ve bibin…
Mînak sala 2014’an, gava nakokiya di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Malîkî de çêbû û DAÎŞ’ê Mûsil dagir kir; Barzanî weke serokê herêmê roja piştî dagirkirina Mûsulê li Parlemena Herêma Kurdistanê ragihand û got ‘…niha dewleteke dîtir cîranê me ye, pêwîst e hikumeta navendî jî li gorî wê tevbigere!’
Dîsa dema di navbera hikumeta Ebadî û hikumeta herêmê de li ser vekişandina pêşmerge ya sînorên beriya êrîşên DAÎŞ’ê, hikumeta herêmê jî 25’ê Îlona 2017’an ragihand ku dê refaranduma serxwebûna Kurdistanê pêk bîne. Lê belê ji bo ku rêveberiya başûrê Kurdistanê bi vê birayarê rojeva siyasî ya cîhanê baş nexwend; ne hêzên herêmî, ne jî yên navneteweyî piştgirî nedan vê referandumê, lewre 16’ê Cotmeha 2017’an hikumeta Bexdayê êrîş bir ser herêma Kurdistanê û gelek destkeftî ji destê kurdan çûn!
Niha jî di vê rewşa hem li hundir, hem jî li derve qeyraneke kûr tê jiyîn de li şûna hikumeta navendî nermî nîşanî herêma Kurdistanê bide; berevajî dixwaze qeyranên li dijî herêma Kurdistanê pêk werin. Di hikumeta nû ya Mustefa Kazimî de ku divê sê wezaretan bide herêma Kurdistanê, heta niha rêkeftinek çênebûye. Ev jî nîşan dide ku nakokiyên di navbera Herêma Kurdistan û hikumeta Bexdayê de berdewam in.
Heke ev rewş wiha berdewam bike, hikumeta Herêma Kurdistanê jî neçar e careke dîtir ferandumê bixe rojevê. Balkêş e di rewşeke wiha aloz de êrîşên DAÎŞ’ê dîsa zêde bûn. Lewre dibe ku NY destwerdana vê rewşa kaotîk a Iraqê bike. Rûniştana 12’ê mehê ya NY’ê ya li ser rewşa Iraqê pêk hatî, weke nîşaneyeke vê dikare bê xwendin. Heta dibe ku dewletên dagirker ên Kurdistanê yên weke Tirkiyeyê jî, destê xwe bixin nav karê başûrê Kurdistanê, di bergîdana şerê li dijî PKK’ê de piştgiriya xwe ya ji bo referanduma Kurdistanê ji bo hinek aliyan ragihîne. Ev rewşa niha yali Zînî Wertê diqewime, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên; alozî û nakokiyên di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de, nexasim jî yên li Herêma Kurdistanê; dîsa gefên li hemberî Îranê dikare weke nîşaneyên xurt ên vê yekê bên dîtin…
Gelo di rewşeke wiha de ji bo xizmeta gelên Iraqê rêkeftineke mayînde, aqilane û realîst a di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de pêk bê baştir e, yan jî referandum?