Li Sûriyeyê piştî şerekî demdirêj û êşên giran pêvajoyeke nû tê destpêkirin. Ji niha ve gelek derdor li ser Sûriyeya Nû û pergala rêveberiyê nerînên xwe diyar dikin. Welatên ku di çûyina Esad de xwedî rist bûn, di rewşa heyî de ji bo avakirina Sûriyeya Nû bêdeng in, anku xwe wisa didin nîşandan. Bêgûman ev nayê wateya ku li ser Sûriyeyê plan û hesabên hene bi dawî bûne. Avakirina pergala rêveberiyê û deshilata nû dê rêveçûna van hesaban diyar bike. Lê di Sûriyeya Nû de pênasekirina welatîbûyînê dê li ser çi bingehê be anku li gor kîjan pergala rêveberiyê be hê ne diyar e. Lewma divê mijara sereke ya ku li ser bê sekinandin jî ev be.
Sûriyeyê di sala 1958an de bi Misirê re yekîtiyeke demkurt a bi navê Komara Erebî ya Yekbûyî ava kir. Ev yekîti bi derbeya leşkerî ya Sûriyeyê ya di sala 1961ê de bi dawî bû. Komar di dawiya sala 1961an de, piştî referandûma destûrî ya ku di 1ê Kanûnê de hat kirin, bû Komara Erebî ya Sûriyeyê. Li Sûriyeyê derbeya sala 1963an ku ji aliyê komîteya leşkerî ya Partiya Baas a Ereb a Sosyalîst ve hat kirin û dewleteke yekpartî ava kir. Li Sûriyeyê ji sala 1963an heta 2011ê welatî û destûra bingehîn li bin Qanûna Rewşa Awarte man. Ji ber vê pergala yekperest îradeya gelan nehat naskirin û mafên wan ên herî bingehîn tune hatin hesibandin.
Welatê Sûriyeyê zêdetirî 61 salan bi vê pergalê ve hat birêvebirin. Têkçûna pergala Baasê ya ku hebûna gelan înkar dikir ji bo pêkhateyên li welêt derfetên guhertinên mezin derxist holê. Di rewşa heyî de hikumeta demkî ji bo destûra bingehîn a ji serdama Baasê maye bide guhertin ragihand ku dê dest bi xebatan bike, lê divê destûra nû li gor pir-rengî û mozaîka gelên li welêt şekil bigire. Ji bo vê jî pêwîstî pê heye ku pênaseya şeklê rêveberiyê bê zelal kirin û li gor vê pênaseyê destûra bingehîn bê amadekirin.
Pênaseya Sûriyeya ku mozaîka gelan e ne gotineke jiberxwe ye. Li welêt gelek netewe, pêkhate, nasname, çand, mezheb û baweriyên cûda hene. Tevî zilm û zordariya pergala Baasê jî van gelan hewl daye ku xwedî nasname û li baweriyên xwe derkevin û wan bidin jiyîn. Divê destûra ku dê bê amadekirin bikaribe hemû pêkhateyên mîna kurd, ereb, suryanî, ermenî, turkmen û husû û hwd. hembêz bike. Rêzê ji hemû baweriyan re bigire û bihêle ku her pêkhate li gor baweriya xwe bijî. Ji vê re dibêjin demokrasiya pirdengî. Ji bo ku ev têkeve meriyetê jî şeklê rêveberiya welat û pênaseya li ser vê bingehê tê kirin xwedî girîngiyeke mezin e.
Bêguman di cîhanê de gelek şeklên rêveberiyê hene ku ji bo demokrasiyê û yekitiya gelan dibin mînak. Lê rewşa Sûriyeyê hinekî cûda ye. Ji ber vê yekê pergla ku dikare ji Sûriyeya Nû re bibe bersiv û dawî li aloziyan bîne pergala Rêveberiya Kantonan e. Forma rêveberiya li ser kantonan modeleke rêveberiyê ye ku li welatên xwedî modela federal tê dîtin. Di vê cureyê pergalê de, welat li ser kantonan tê dabeşkirin ku xwedî lebatên xwe yên zagonî, cîbicîkar û dadwerî ne. Herwiha ev kanton girêdayî hikumeteke navendî ne. Kanton bi giştî di karûbarên xwe yên navxweyî de serbixwe ne û di hinek deveran de girêdayî hikûmeta navendî ne. Kanton bi gelemperî herêmek anku erdnîgarî û gelheya taybetî digire nava xwe, temsîl dike.
Di siyaseta kantonan de, komên etnîkî pir caran bi ziman, çand û nasnameyê tên diyarkirin. Di vê pergalê de, ku nasnameyên etnîkî li gor xweseriya xwecihî pêk tên, kanton di parastina mafên komên etnîkî û dabînkirina xweseriya îdarî de di asta herêmî de risteke girîng dilîzin. Pergalên bi vî rengî cihêrengiya civakê qebûl dikin û rê didin komên etnîkî ku mafên xwe yên çandî, zimanî û civakî peyda bikin. Dibe ku kanton ji bo pêkanîna daxwazên xweseriya komên etnîkî bên organîzekirin. Nasnameya etnîkî li şûna ku tenê pirsgirêkeke çandî û zimanî be, wekî mafê civakê ye ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bike. Di vê çarçoveyê de kanton dikarin fersendê bidin komên etnîkî ku xwe bi rê ve bibin û nasnameya xwe ya çandî biparêzin.
Ji ber van teybetmendiyan pergala kantonan ji bo Sûriyeyê pergala herî guncav e. Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ev demek e li gor vê pergalê xwe li ser 7 kantonên cuda bi rêxistin kiriye. Bi vê pergalê hemû pêkhateyên li herêmê bêyî ku mafên wan ên herî bingehîn û mirovî bên binpêkirin dikarin bi ziman, çand û li gor baweriya xwe bijîn.
Ezmûna ku Rêveberiya Xweser ev çand sal in pêk tîne rê li ber gelek guhertinan jî vedike. Dihêle ku pêkhateyên li herêmê li hemberî çand, ziman û baweriyên cuda jî xwedî rêz bin. Li gel vê ji bo naskirina pir-rengiya li herêmê têkîliyên di navbera bawerî û pêkhateyan de jî xwedî risteke erênî ye.
Ji bo ku dawî li êş û zehmetiyên ku di vê pêvajoya şerê 13 salan de hatine jiyîn bê anîn pêwîstî bi pergaleke wisa modern, pir-reng û demokratîk heye. Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji ezmûna Rêveberiya Xweser sûd bigire û bikaribe wê daxilî nava vê pêvajoyê bike. Ez di wê baweriyê de me ku ev tecrûbeya derketiye holê wê ji bo aramiya herêmê û pêşerojeke azad bibe xwedî xwedî rist. Naxwe ger di pergala yekperestiyê bê israkirin êşên ku bi dehan salan tên jiyîn dê xwe dubare bikin