Di encama şerê 14 salan de rejîma Baas 8ê Kanûnê hilweşiya. Bi hilweşîna rejîmê re tişta ku herî zêde tê meraqkirin wê li Sûrî Rêveberiyek çawa were avakirin e. Ji niha ve gelek derdorên cûda li ser vê mijarê dest bi teoriyên dûrî aqilan kirine. Di halê heyî de rêveberiyek demkî hatiye avakirin. Ev rêveberiya ku piranî ji endam û rêveberen Heyet Tehrîr El Şam pêk tên wê heya meha Adarê li ser erkê be û ji bo “Sûriya nû” xebatê bide meşandin.
Lê “Sûriya nû” ya ku bahsa wê tê kirin wê li gorî çi ferastê bê avakirin, karektera rêveberiyê wê çi be û ya herî girîn jî wê ev pergala rêveberiya hemû pêkhateyên herêmê bigire nava xwe an na? Bêgûman ji bo mirov derheqê vê de ji niha ve nerîn bide hîn pir zûye. Lê ez di wê baweriyê de ku derdorên hiştin rejîma Baas hilweşe li ser vê mijarê jî ji bo xwe ajandeyek amade kirine. Lê dema mirov li karekterê rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam û nirxandinên li aliyên derdorên cûda dinere, aşkere dibe ku wê li herêmê qirîz û aloziyên ku heyî wisa zû bi dawî nebin.
Di vê pêvajoya şerê 14 salan de tevî hemû êriş, alozî, xizanî û kaosa ku li seranserî welat hebû jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ezmûneke baş a rêvebirinê derket holê. Bi taybet ji 2018an û vir ve bi avabûna pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve derket holê ku pêkhateyên herêmên dikarin bi hev re jiyanek demokratîk û azad bijîn. Ev pargala ku xwe dispêre hîmê paradîtmaya Netewa Demokratîk de nîşan da ku beyî cûdahiyê têxe navbera ol, ziman, çand û netewan, herkes dikare li gorî baweriya xwe bi awayekî adîlane û azad bijî. Di rastiyê de “Sûriya nû” niha bahsa wê tê kirin divê ev be.
Ji ber ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van 6 salên derbasbûyî de nîşan da ku li şûna ferzkirinên netewe dewleta ku ji bo xelkê herêmê şêwazê herî guncaw ê rêveberinê ev e. Lê mixabin qasî vê pergala ku ji bo hemû gelên bindest û dildarê azadiyê bûye heviyek mezin her ewqas jî dijminê wê jî zêde ne. Ji bo ev pargala demokratîk û hemû gelan himbêz dike negihêje armanca xwe di serî de dewleta Tirk a dagirker û hemû hevkarên wê çi ji dest wan hatin kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi destê komên çete yên ji bermahiyên DAIŞê berhev kiriye, bi armanca li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bêîstiqrariyê û bêaramiyê pêş bixe her di nava êrişan de bû. Tekane armanca van êrişan lewaz xistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Li himberê van êrişên pir alî hêzen welatên qaşo weke garantor dihatin pênasekirin jî bêdeng û bêhelwest man. Têvî vê jî pêkhatiyên herêmên bi hêza xwe ya cewherî li himberî van êrişan xwe parastin, xwedî li Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê derketin.
Niha bi hilweşîna rejîma Baas re pêvajoyek nû derketiye holê. Heya niha li herêmê du aktorên sereke hebûn. Serkêşiya van Amarîka û Rûsya dikir. Amarîka di bin navê koalîsyona navneteweyî de li dijî rejîmê blokek avakiribû. Rûsya jî bi armanca rejîma Baas li ser piya bigre û li herême hebûna xwe daîmî bike bi Îranê û Sûriyê re di nava hevkariyê de bû. Di vir de dewleta Tirk a dagirker bi komên çete yên li herêmê bi cîh kirî du alî list. Ji aliyekî ve li cem Rûsya û Îranê, di bin navê hevdîtinên li Astanayê qaşo ji bo aramiya li Sûrî xebat da meşandin. Ji aliyêdin ve jî di bin navê qaşo di koalîsyona navneteweyî de ye rê li ber çareseriya siyasî girt. Di vê demê de her dem mijara koçberan û çînartiya bi Sûrî re jî kir rojev. Ji bo êrişî herêmê bike hincet avakir. Di çarçoveya vê siyaseta qirêj de bi erêkirina hêzên navnetweyî êrişî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê kir. Di vir de jî pir eşkere dibe ku, dewleta Tirk hemû siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye.
Bi vê ramancê bi şerê 27ê Mijdarê re di serî de li dijî Şehba, Til Rifat û Minbicê komên xwe yên çete xist hereketê. Komên çete bi piştgiriya artêşa dewleta Tirk ve bi armanca li herêmên Rêveberiya Xweser bêaramiyê pêş bixin êrişên xwe dewam dikin. Li beramberî van êrişên pir alî û bi erêkirina hêzên navneteweyî pêş dikevin, ne tenê şervanên HSD, YPG û YPJê hemû pêkhateyên herêmê di nava berxwedaniyek mezin de ne. Hêzên navneteweyî li şûna pêşî li van êrişên terorê bigrin û ji ber van sûcên şer dewleta Tirk mahkum bikin, hewil didin ku destê Rêveberiya Xweser lewaz dikin. Di vir de armanc lewazkirina Rêveberiya xweser e.
Bi taybet di vê pêvajoya ku bahsa “Sûriya nû” û avabûna rêveberiya wê tê kirin de ev êrişên dijwar ên li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin divê mirov ji rêzê nebîne. Yek ji armanca van êrişan li herêmê lewazkirina îradeya gelan e. Bi van êrişan ve gelê ku îro li himberî her cûre siyaset û sepanên qirej ên li ser tên ferzkirin tê armanc kirin. Ji bo ev êriş bên rawestantin, divê beriya her tiştî statûya Rêveberiya Xweser were naskirin. Ger ev herêm li gorî rastî û şeklê rêveberiya xwe, di qada navneteweyî de were naskirin, wê ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mîna demokrasiya radîkal a ku li ser hîmê azadiya gelan hatiye avakirin.
Li şûna êrişên înkar û qirkirinê, divê îradeya gelên herêmê di rêveberiya “Sûriyeya nû” de bê temsîl kirin. Bi vê temsîlyetê ve gelê herêmê wê hîn bêhtir bikaribin xwedî li hebûna xwe derkevin. Naxwe ger li dijî gelên herêmê siyaseta înkarê ger dewam bike, wê li herêmê kaos û alozî bi dawî nebin. Ev jî wê bi xwe re êşên hîn mezintir bîne. Lewma divê her kesê ku alîgirê wekheviya gelane divê di vê pêvajoya ku wisa girîng de xwedî li rastiya civaka herêmê derkevin. Li şûna şer yekîtiya gelan pêşbixin. Yekîtiya gelan temînata herî xurt ya civaka demokratîk û wekhev e.