Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Ji bo vê yekê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Çareserî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û naskirina hemû daxwazên gelê kurd e.
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di 22yê cotmeha 2024an de li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê li pêşberî hemû gelê Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de bang kir. Bi hêrs diaxivî. Dîsa wekî her carê dikir qêrîn. Lê gotinê wî her kes şaşo maşo dikir. Ji her demê cudatir diaxivî. Di civîna koma xwe de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir. Di banga xwe de wiha digot: “Eger tecrîd rabe, bila bê li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê di koma DEM Partiyê de biaxive. Bila bibêje ‘Teror bi temamî xelas bûye. Me rêxistin fesih kiriye. Eger vê biryarê û dîrayetê nîşan bide, dê ji bo sûd wergirtina ji “Mafê Hêviyê” zagon bên guhertin. Ji bo mafê hêviyê dê heta dawiyê derî û rê bêne vekirin. Ne Qendîl û ne jî Edîrne, bila navnîşana çareseriyê jî Îmraliyê heta DEM Partiyê dirêj bibe… Em ji vê yekê re amade ne.”
Di ser gotina Dewlet Bahçelî re 10 meh û 23 roj derbas bûn. Ji wê demê heta niha gelek tişt hatin guhertin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lez bersîv da banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî. Di 28ê kanûna 2024an de ji bo çareseriyê nexşerêyeke ku ji 7 xalan pêk dihat aşkere kir. Berpirsiyarî da ser milê hemû sazî, partî û pêkhateyên li Tirkiyeyê. Di 27ê sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga dîrokî kir. Bang li PKKê kir. Xwest kongreya xwe pêk bîne û xwe fesih bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Li ser vê bangê PKKê ewil di 1ê adarê de gavek avêt û agirbesta yek alî îlan kir. Di 5-7ê gulanê de kongreya xwe pêk anî. Di 12ê gulanê de biryarên dîrokî da. Xwe fesih kir û biryar da ku çekan berde. Dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 11ê tîrmehê de komek gerîlayên PKKê di pêşengiya Hevseroka KCKê Besê Hozat de bi merasimeke dîrokî li pêş çavê cîhanê çekên xwe şewitandin. Peyama dîrokî da cîhanê. Gelê kurd, PKK û hemû sazî û dezgehên kurdan bi çalakiyan piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara PKKê. Vê çalakiya PKKê ya çek şewitandinê li hemû cîhanê deng veda û di hemû rojname û saziyên ragihandinê de wekî deqeya dawî û manşet hat dîtin. Gelek welatên cîhanê ev biryar pir erênî pêşwazî kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Destnîşan kirin ku ji bo aştî û demokrasiyê gaveke gelek erênî ye.
Di nava çend mehan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKKê gavên dîrokî û radîkal avêtin. Gavên ku PKK û Rêber Abdullah Ocalan avêt, gelek kes xistin nava şoqê. PKKê bi van gavên dîrokî hêza xwe ya li cîhanê bêtir mezin kir. Baweriya gelan a li hemberî xwe xurttir kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê bangê careke din nîşan da ku hemû gelê kurd û tevgera azadiyê li pişt wî ne. Careke din nîşan da ku her tim ji bo çareseriyê amade ye. Berê jî gotibû “Eger dewlet amade be, ez dikarin di nava hafteyekî de çareser bikim.” Di 23yê cotmeha 2024an de jî dema Omer Ocalan çûbû hevdîtinê gotibû “Eger şert û merc bên avakirin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez ji zemîna şer derbasî zemîna siyasetê bikim.” Lê tevî ku dewletê gav neavêt û şertên zagonî amade nekir jî; dîsa Rêber Abdullah Ocalan gavên wêrek bi biryar û dîrokî avêt. Bi van gavên ku avêtin, nîşan da ku hêz û biryara wî ya çareseriyê heye.
Lê dema em li aliyê hikûmet, dewlet û meclisê dinerin, em dibînin ku ji xeynî avakirina komîsyonê tu gavên ku pirsgirêkê çareser bike nehatiye avêtin. Her çend Devlet Bahçelî got “Hodrî meydan” û pesnê xwe da jî, heta niha gavên çareseriyê nehatine avêtin. Her çend Devlet Bahçelî got ‘Em amade ne’ jî, xuya dike ku ji ber nakokiyên di nava hikûmetê de niyeta wan a gavan bavêje tune ye. Çima? Em çawa dizanin ku niyeta wan a çareseriyê tune ye? Ji ber ku heta niha ji bo “Mafê Hêviyê” tu gav nehatiye avêtin. Şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ê tecrîd didome. Şande û nûnerên saziyan nikarin biçin Îmraliyê. Parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Hîn girtiyên nexweş nehatine berdan. Hîn zext û tecrîda li ser şaredariyên kurdan berdewan dike. Hîn qeyûmê ku danîne ser şaredariyan paşve nekişandine. Hîn zimanê zikmakî li meclisê qedexe dikin. Hîn sansura ser çapemeniyê berdewam dike. Hîn operasyonên leşkerî berdewam dikin. Hîn balafirên şer ji Amedê radibin. Hîn destûr nadin ku malbat şîna zarokên xwe daynin. Hîn gundî nikarin vegerin gundên xwe. Hîn çalakiyên rewa û zagonî tên qedexekirin. Polîs bi fermana walî û qeymeqaman çalakiyên meş, daxuyanî ku mafê rewa û zagonî ye, dorpêç dikin û asteng dikin.
Ku rewş wisa be, dê gelê Kurd çawa baweriya xwe bi dewletê bîne. Ku rewş wisa be, dê çawa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe fikr û nerînên xwe bi nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî re parve bike. Dê çawa karibe di şertên azad de bi hunermend, rojnameger, nivîskar, akademîsyen û nûnerên civakê re parve bike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk, xwest komîsyon bê avakirin û komîsyon li Îmraliyê bi wî re hevdîtinê bike. Lê 40 roj borîn, hîna komîsyon neçûye Îmraliyê. Hîn şandeyên ku ji Ewropa û Tirkiyeyê ku dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin nikarin biçin Îmraliyê. Hîn nikare ji “Mafê Hêviyê” sûdê bigere.
Di encamê de hîn tecrîd didome. Di ser biryara DMMEyê ya 2014an re 11 sal borîn. Di ser banga Devlet Bahçelî re nêzî salekê borî. Lê heta niha ji bo “Mafê Hêviyê” gavên çareseriyê nehatine avêtin. Gelo eger ji bo “Mafê Heviyê” gavên zagonî û hiqûqî nayên avêtin, dê gavên ji bo mafê parastina nasname û azadiya gelan çawa bê avêtin. Dê gavên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk çawa bên avêtin. Eger dewlet û hikûmet di gavneavêtinê de israr bike, dê dawiya dawî pêvajo biteqe. Eger hîn qedexe, sansur, astengî bidomin, dê gel baweriya xwe bi dewletê neyne. Gel dawiya dawî dê wekî bendava ku biteqe, dê hemû zindiyan bide pêş xwe û kaosê derkeve. Tercîha vê yekê jî êdî di destê hikûmet û dewletê deye. Eger dewlet û hikûmet aştî, aramî û çareseriyê dixwaze, divê êdî zêde xwe giran neke. Divê êdî demê dirêj neke. Divê têkeve nava tegerê û bilez “Mafê Hêviyê” bide. Divê bi lez hemû girtiyên nexweş serbest berde. Divê ji bo mafê perwerdehiya zimanê zikmakî zagonên xwe rast bike. Astengiya li pêş perwerdehiya mafê zimanê kurdî rake. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Ji bo vê yekê jî divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Çareserî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û naskirina hemû daxwazên gelê kurd e.