Platforma Ked û Demokrasiyê dê di 13’ê Cotmehê de li qada Îstasyonê bi şîara “Li dijî tecrîdê mîtînga azadiyê” pêk bîne. Nêzî mehek e li hemû bajarên Kurdistanê û gelek metrepolên Tirkiyeyê belavok tên belavkirin û banga mîtîngê tê kirin. Nûner û rêveberên DBP, DEM Partî û rêxistinên civakî heta niha bi sed hezaran belavok belav kirin û banga xwe berdewam dikin. Li Amedê jî bi sedan siyasetmedar, hevserok û hevşaredarên DEM Partî û DBP’ê li semta Ofîsê ya Amedê kom bûn û heta Sûrê meşiyan. Bi sedan siyasetmedar ji bo beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya li Qada Îstasyonê meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li meşê bûn. Meşê ji Semsta Ofîsê dest pê kir û ber bi navçeya Sûrê ve berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berzkirin.
Siyasetmedaran di meşê de gel û dikandaran silav kirin û xelkê vexwendin mitîngê. Piştî meşê li ber Mizgefta Mezin daxuyani dan. Ewil Hevseroka DBP’ê Sultan Yaray axivî û bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga 13’ê cotmehê bibin. Endama Hewldana Li dijî Tecrîdê Edalet Ayla Akat Ata, li vir axivî û wiha got: “Şer rê û rêbaza herî hêsan e. Lê gelê kurd bi salan e ji bo hebûn û aştiyê vîna xwe nîşan dide. “ Dema gel ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin polîsan xwestin astengiyan derxin. Lê Ayla Akat bertek nîşanî polîsan da û got: “Ev bêtehamuliya we li salonên dadgehan pûç bû. Rêya diçe aştiyê û çareseriyê bi xwe re tîne rêya Îmraliyê ye. Tenê em vê yekê nabêjin. Gelek siyasetmedar vê yekê dibêjin. Gel vê rêyê nîşan dide. Gel Îmraliyê muxatab digire.”
Ayla Akat Ata da zanîn ku Mîtînga Azadiyê ku li Amedê pêk bê ne li gorî dîrokekê ye û wiha got: “13’ê cotmehê ne dîrokek cuda ye. Mirov bibêje çareseriya demokratîk ne suc e. Lê vê yekê wekî sûc nîşan didin. Aştî jî ne sûc e. Em hemû dibînin ku israra di şer û neçareseriyê de bi xwe re çi tîne. Dema em banga aştiyê dikin jî em vê daxwaza xwe tînin zinman. Eger kesên çareserî û aştiyê dixwazin divê dengê wan neyê qutkirin. Qutkirina dengê kesên aştiyê dixwaze sûcê herî mezin e. Xerabiya herî mezin e. Dengê di mîtîngê de bilind bibe, dê ji bo hemû mirovên vî welatî bi hevre di nava aştî, aramî û wekheviyê de bijîn be.Dê ji bo jiyanek azad be. Dê ji bo çareseriyê be. Divê her kes vî dengî bibhîze û li vî dengî xwedî derkeve. Kesên li vî welatî aştî û çareseriyê naxwazin dixwazin vê daxwaza me asteng bikin. Çareseriyê tehamul nakin. Ev mîting dê bi xwe re demokrasî çareserî û aştiyê bîne. Em ê di mîtîngê de bibêjîn çareserî li Îmraliyê ye. Em ê tecrîdê rakin.”
Tuncel: Hemû Tirkiye di tecrîdê de ye
Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî anî ziman ku erka esasî ya dewletê ewlehî û azadiya mirovan biparêze û wiha got: “Gelê kurd ku 40 milyon nifûsa wî heye, ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Navê erdnîgarî û warê wan hatiye qedexekirin. Dibêjin ‘Em ê aştiya navxwe pêş bixin’ . Gelo hûnê bi qedexeya azadiya ramanê aştiya navxweşî pêş bixin. Divê herî her tiştî hûn vîna gelê kurd û Kurdistanê nas bikin. Divê berî her tiştî hûn vîna gelê kurd û mafê gelê kurd nas bikin. Divê hûn daxwazên gelê kurd li ber çavan bigirin. Nexwe dê tu kes ji van gotinên we bawer neke. Pirsgirêk bi muxataban çareser dibe. Muxatabê pirsgirêkê li Îmraliyê ye. Çareserî li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê rêya çareseriyê di îmraliyê re derbas dibe. Dîsa rêya aştiyê di îmraliyê re derbas dibe. Îro ev tecrîda li Îmraliyê pêş dikeve ne tenê li ser gelê kurd e. Li ser hemû gelê Tirkiyeyê tecrîd heye.
Pişytî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin û xebatên mîtîngê berdewam kirin.