Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de got “Tecrîd didome. Hêza min a fikrî û pratîk heye ku ez pêvajoyê ji zemina şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim. Lê divê şert bên avakirin.” Ji bo çareseriyê divê tecrîd bi dawî bibe û bingeha aştî û demokrasiye bên avakirin.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê bang li Rêber Abdullah Ocalan kir got: “Pêdivî bi aştiyek navxweyî heye.” Berê jî destê xwe dirêjî nûnerên DEM Partiyê kiribû. Di 22’yê cotmehê de Devlet Bahçelî li meclisê bang kir û got “Bila Ocalan bê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê, di koma DEM Partiyê de biaxive. Bila bibêje teror bi dawî bûye. Bila piştre ji bo mafê heviyê serlêdanê bike.”
Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê şert datîne pêşiya Rêber Abdullah Ocalan. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de şert datîne pêşiya gelê kurd. Dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Dixwaze ji hemû mafê gelê kurd ên siyasî, civakî û çandî vegere. Dixwaze wekî şexs bê meclisê û wekî şexs siyasetê bike.
Bila Dewlet Bahçelî û rayedarên Tirkiyeyê bînin bîra xwe, eger Rêber Abdullah Ocalan wekî şexs nêzîkî xwe bûbûya dê 25 salan berê niha parêznameya xwe wekî ya tekakesî pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) kiribûya. Wê navê parastina xwe jî wekî “Parastina Gelekî” bi nav nekiribûya.
Îro bi deh milyonan kurd, ereb, alman, spanyolî, îtalî, swêdî, tirk û gelek neteweyên din Rêber Abdullah Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin. Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk ji bo xwe wekî nexşerê diyar dikin. Bi milyonan mirovên ji civak, bawerî, nasname û çandên cuda ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze dane û xwestine Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Bi milyonan nasnameyên cuda û kesên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li çar aliyên cîhanê têdikoşin û xebatê dikin. Ji ber van sedeman mirov nikare Rêber Abdullah Ocalan wekî şexs bigire dest. Êdî ne tenê Rêberê Gelê Kurd e. Rêberê gelên cîhanê ye. Çalakiyên ku li çar aliyên cîhanê pêş dikevin û xwedîderketina Rêber Ocalan a li çar aliyên cîhanê vê rastiyê nîşanî me dide.
Ji ber vê yekê çareserî yekalî pêk nayê. Divê çareserî dualî bi pêş bikeve. Tenê bi daxwaza eniya dewletê dê disa pirsgirêk xwe dubare bike. Dê şer bidome, kuştin zêde bibin, xizanî û qeyranên piralî kûr bibin. Ji ber vê yekê divê daxwazên aliyên din jî li ber çavan bên girtin û ji bo wê gav bên avêtin. Ev alî kî ne?
Aliyek eniya ku li pey fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Bi navekî din gelên cîhanê yên neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk, komara demokratîk, konfederalîzma demokratîk û siyaseta demokratik, ekolojîk û azadiya jinê dixwazin in. Gelê kurd û hemû gelên bindest ên ku mafên wan ên jiyanî ku ji destê wan hatine girtin in.
Aliyê din jî aliyê dewletê ku Netew Dewletê û Modernîteya Kapîtalîst diparêzin in. Ev aliyê ku tecrîdê kûr dike, rê li pêşiya hevdîtinan digire. Aliyê ku şer pêş dixe û piştgiriyê dide hêza sermayedar û yekdest. Aliyê ku di pergala yek ziman, yek al, yek netew, yek olê de israr dike. Aliyê ku bawerî, nasname û vîna gelan înkar dike. Ji ber ku ev alî tenê di daxwazên xwe de israr dike û vîna aliyê din li ber çavan nagire her tim qeyran kûr dibe û pirsgirêk zêde dibin.
Ji bo çareseriya van pirsgirêk û qeyranan bi salan e Rêber Abdullah Ocalan rê û rêbazê nîşan dide. Wekî mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan Pergala Modernîteya Demokratîk bi pêş xistiye û kûr kiriye. Ji ber vê yekê ye ku îro hemû gelên cîhanê li dor fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di vê xetê de kom dibin. Vîna xwe û hebûna xwe di vê fikr û felsefeye de dibînin. Ji ber vê yekê şertên çareseriyê diyar in. Kurd û gelên bindest çi dixwazin? Bersiva vê pirsê Rêber Abdullah Ocalan 9 sal berê di nexşerêya Protokola Dolmabahçeyê de diyar kiribû. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan;
Divê berî her tiştî tecrîda ku didome bi dawî bibe. Divê Rêber Ocalan di şertê demokratîk de siyasetê bike.
Pêwiste siyaseta Demokratîk bi pêş bikeve. Her kes karibe ji bo mafê xwe yê siyasî siyaseta demokratîk bike.
Pênasekirina aliyên neteweyî û herêmî yên çareseriya demokratîk. Divê her kes karibe bi nasname, çand û zimanê xwe bijî. Divê her nasname karibe bi awayekî xweser xwe bi rêve bibe.
Ewlehiyên demokratîk û qanûnî yên welatîbûna azad. Divê her ziman, çand û nasname karibin ji bo parastina hebûna nirxên xwe parastina cewherî û demokratîk bi pêş bixin.
Divê berî her tiştî vîna hemû bawerî, ziman, çand û nasnameyan bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Her civak û bawerî karibin xwe bi rêxistin bikin û nirxên xwe biparêzin. Ev bi zagonan bê parastin.
Divê aliyên civakî-aborî yên pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Divê her civak karibe komunên xwe ava bikin û di aliyê aborî de xwe bi rêve bibin.
Divê her ziman, çand, nasname bi ziman, çand û nasnameya xwe azad bijîn. Karibin xwe perwerde bikin û karibin çanda xwe bi pêş bixin. Divê ev maf bi statuyeke fêrmî, di makezagoneke demokratik de bên mîsogerkirin.
Divê li dijî êrîşên li ser ziman, çand, bawerî û nirxên wan karibin parastina cewherî ava bikin û xwe û nirxên xwe li ser cih û warên xwe biparêzin.
Divê hemû mafên kurdan, gel û komên din ên jiyanî bi zagonan bên parastin. Ji bo vê yekê jî divê Destûra Bingehîn ku hemû nasname, bawerî, ziman û çandan diparêze bê sazkirin. Peymana Civakî ku her kes xwe di navde dibîne û piştgiriyê dide bê amadekirin û parastin.
Divê ewlehiyên pergala wekhev, demokratîk û piralîparêz ên têkildarî têgeh, pênase û nasandina nasnameyê bi pêş bikeve.
Penasekirina bi pîvanên demokratîk a komara demokratîk, welatê hevpar, neteweyê û di nav pergala piralîparêz a demokratîk de gihandina ewlehiya zagon û makezagonî bi pêş bikeve.
Divê makezagoneke nû ku vê pêngav û guhertinên demokratîk bike armanc bê sazkirin.