21 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî bi hestên firavûnî çênabe

Rayedarên dewletê, bi hestên “firawunî”, di çarçoveya “em dewlet in, divê serdestiya dewletê” tev digere. Ji bo vê jî Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan dibêje “Sibir bikin” û ji gel dixwaze ku rêxisiniyeke xurt û berfireh  pêş bixin

Cîhan diguhere, ev guhertin jî êşeke dijwar dide mirovahiyê. Mixabin, gotin û şiyarkirinên feylesofan jî sûdê nadin. Anafor û meteforên sed salî, mirovahî di nava diranên çerxa sistema netewedewletê de dihêre. Hêzên global jî dixwaze dîzayneke nû ava bike. Balkêş e, di vê dizaynkirinê de jî, şer esas tê girtin û çeken herî modern têne bikaranîn. Gotina “modern”, ji bo çekên ku qirkirinên dojehî dikin, “abes” û “zul” e.

Çekên fahiş, bi deste mirovên fahiş têne bikaranîn. Ev jî, mirinan zede dike, aboriya civakan xera dike, psîkolojiya civakan têk dibe, siyasetê tune dike, demokrasiyê dikuje, guhertina demografik, asimilasyon û dagirkeriyê misoger dike.

Spekulasyon, derew, demogojî, reşkirin, manîpîlasyon, gef û bikaranîna zarê sucdariyê, mirovan ditirsîne. Afirgeriya teknîkî ku exlaq û nirxên civakî dikujin, cewher û şîraza jiyanê jî jehrî dikin.

Serdemên berê, felsefeya xwazayê li hemberî “fahiş”ên ku berjewendiyên xwe, ji nirxên mirovahiyê mezintir digirin, bêçare me, îflas kir-petîxî. Di dewsa wê de fesefeya etîk û siyasî, bi nirx û pîvanên “humanîstî” derketin holê.

Ev felsefeya ku mirov esas digire di sedsala 21ê de ku wek sedsala “mîlenyûm” hate binavkirin de, mixabin li hemberî “erbabê bazirgan”an têk çû. Feylesof jî heyirî mane, şaş û metel mane, êdî nema dizanin çi bêjin.

Wek ku çîroka mirovahiyê bi dawî bûye tevdigerin.

“Sofi”yên ji “sofist”ên sedsala navîn cûda derketine holê. Ev sofîyên ne sofist, weke mamostayên civakê tevdigerin; ji zanistên felsefî, siyasî, civakî û dîrokî dûr in. Lê kiryarên wan balkêş in: Geh bi rêya darbeyên leşkerî, geh bi darbeyên siyasî, geh bi komployên edlî û lînca li kolanan, geh bi jehra medyatik, geh bi derew û teşqeleyan karên xwe dimeşînin.

Van “sofi”yan, cîhan kirine pêgiha çaker-koleyan. Li vê qada koleyan, tenê mirovek nayê firotin, kişûmet gel têne firotin. Navê vê sedsalê “SEDSALA ÇAKER-KOLEYAN e.

Ev serdem ji serdema cenabê Yusuf ya Misirê bi gelekî xerabtir e. Feylesof û zanist, rojnamevan, “ehl-î qalem” û “ehl-î kelam”, weke PLATON têne firotin.

Gladyatorên vê serdemê jî fuze ne. Fuzeyên, bac û bêşa komên xelkê têne çêkirin, dîsa di kuştina komên xelkê de têne bikaranîn.

Vêca fikir û kelama feylesofan li pêşberî fuzeyên nukleerî, ne di hesabê matematîkî de, ne di fikre siyasî de, ne di pîvanên cîvakî de,  ne jî di xweşgotina wêjeyî û helbestî de sûdê didin.

Mînak jî pêvejoya aştî û çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ye.

Rayedarên desthilatdariyê, rayedarên dewleta Tirkiyeyê, rastiya cîhanê û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn dîtin û fêhm kirin, zext li desthilatdariyê kirin. Pişt re bi devê Dewlet Bahçelî bang li Abdullah Ocalan kirin ku biçe li meclîsê biaxive û şerê di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê-PKK û dewleta Tirk de bi dawî bike.

Rêber Abdullah Ocalan jî, piştî rûniştina her du aliyan, yanî rûniştina dewlet û Ocalan û piştî lihevkirinekê, banga 27ê Sibatê kir. Lê ne li meclis li girava Îmraliyê bang hate kirin. Yanê rayedarên dewletê tifa xwe alastin û Ocalan nebirin meclîsê. Destûr nednan ku videoya bi dengê Ocalan jî werê wêşandin.

Piştre em fêr bûn ku, Abdullah Ocalanb, beriya banga xwe, reşnivîsek di aliye dîrokî, felsefî, civakî û rêxisinî de amade kiriye. Ev reşnivîs di demeke kin de nayê amadekirin. Amadekariya demdirêj ya vê reşnivîsê dide xuyakirin ku di navbera Abdullah Oclana û rayedarên dewletê de hevdîtinên dûr û dirêj çêbûne û lihevkirineke du alî çêbûye.

Tiştê ku em ji reşnivîsên Abdullah Ocalan fêhm dikin jî; ew bi hişmendiya feylesofî, bi pîvanên endezyarî û matematîkî, bi mînakên dîrokî, yên cîhanê, bi hesabên geometrik û endezyarî yên erdnîgarî û civakî nêzikî çarseriyê bûye; rayedarên dewletê jî razî bûne. Lê xuya dike ku razîbûna rayedarên dewletê, bi hestên “firawunî”, di çarçoveya “em dewlet in, divê serdestiya dewletê” bê parastin de ye. Ji bo vê jî Birêz Abdullah Ocalan “ya sebir” telkînî gel dike, rêxisiniyeke xurt û berfireh pêşniyaz dike.

Rayedarên dewleta Enqereyê, hîna bi hişmendiya paşayên Îttîhat û Terakkî, bi fantaziyên ji arguman û fenomenên “serdema aqil”, yan jî “aqlê stratejik” dûr haraket dikin. Belkî hin kes bejin, “serkan”ên wan yê leşkerî û tecrûbeya wan sedsalan hene û xwedî stratejî ne. Divê werê zanîn, paşayên Îttîhat û Terakkî, xwedî hestên çetetiyê bûn. Li Blkanan derketin serê çiyan, li kolnaên Stembolê miorov kuştin, li Bab-i Alî sadrazam kuştin.

Li aliye din “serkan”ên leşkerî ji stratjiya aqil bêhtir, stratejiya serketin a bi çek dibijêrin. Mînak Serkanê Amirhêz (Kurmay Albay) Îsmnet Înonu di serdariya dewleta Enqereyê de, sîstema romî-faşîzmê bijart. Îro jî dema em guhdariya “serkan”ên di televizyonên Tirkiyeyê de diaxivin dikin, xuya dibe ku ew ji xeta “îdeal” derketine.

Piştî desthilatdariya 23 salan ya Erdogan û AKPê, aqilê “sofî”yan serdest bûye û “serkan”ên artêşa Tirk jî kirine sofî.

Min di destpêkê de jî got, feylesofên cîhanê, şaş û metal mane. Sedem ew e ku xelatgirên Nobelê jî di nav de, gelek feylesof, zana, rewşenbîr, nivîskar, stratejîsyen, akademîsyen, hiqûqnas û siyasetmedar, balê dikişînin ser paradîgmaya Abdullah Ocalan. Dibêjin; “Piştî sed salî sîstema netewedewletê bûye çavkaniya pirsgirêkan û di radeya faşizan de nêzikî gelan dibin. Sîstema netewedewletê otokratîk bûne, zordest bûne, berjewneiyên çîna bûrjûva jî têk dibin. Ji bo vê jî, di navbera sîstema netewdewletê û çîna bûrjûwazî de şer heye.

Dibêjim yekane rêya çareseriyê formula Ocalan ya rêya 3yemîn e.

Birêz Abdullah Ocalan, hîna di mudaxeleya Amerîka ya li ser Iraqê, (2003) de diyar kiribû ku cîhan kete pêvejoya şerê cîhanê yê 3yemîn, Rast derket, rewşa îro li herêmê û cîhanê, weke serdema şerê 1emîn yê cîhanê ye. Her çiqas tixub-sînor, nayên guhertin jî, ji nû ve sazkirina dengeyan, bi xwîna gelan tê avakirin.

Sazî û dezgehên sivîl, hiqûq û mafan,, feylesof û xelatgirên Nobelê diqîrin û dibêjin; şer gelan, mirovan ji hev dûr dike, dîwarên şermê fereh û dirêj dikin, teknîka pêşketî di destê desthilatdarên “fahiş” de bûne amurên tunekirinê. Dibêjin, divê teknîka pêşketî ji bo şaristanî û bextewariya mirovahiyê were bikarnîn. Rêya bextewariyê, pêkanîna aştiyê, sazkirina demokrasiyê “arz-i kelam” û “arz-i qelem” e.

Birêz Abdullah Ocalan, beriya komployê bi 15 salan, piştî komployê jî 26 sal in di mercên giran yên çala mirinê de li Îmraliyê,  arz-i kelam û arz-i qalemê diqîre.

Vêca el-encam; Paradigmeya Abdullah Ocalan, bi qasî serdema destpêka Xiristiyaniyê ku li Romayê bi hişmendiya “stoa” re bû malê komên xelkê û serdema Şoreşa Mezin a Fransayê mirovahî di asta wekheviyê de bi hêvî wê bibe malê gelan û bibe bingeha bexetwariya gelan.

Tirs ew e ku miratzedeyên paşayên Îttîhat û Terakkî, “firawunî” û “Dehaq”tiya xwe di ser bextewariya gelan re bigirin, sazkariya demokrasiyê ji bo xwe têkçûn bibînin, mîna pêvejoyên beriya niha vê pêvejoyê jî berteref bikin.