13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çareserî azadiya fîzîkî ya Ocalan e’

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetewî ku serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin û têkildarî tecrîdê agahî wergirtin, destnîşan kirin ku bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin û têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û 2 salan zêdetir agahî jê nayên girtin, agahî wergirtin.

Di nava delegasyonê de ji sê welatên cuda 3 kes hatin temsîlkirin. Profesorê Sosyolojiyê û Antropolojiyê Denis O’Hearn, Alîkara Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê, Nûnera Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel, Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson diyar kir ku di 11 û 12’ê gulanê de wê li Stenbolê bi siyasetmedar, nûnerên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqê re hevdîtinan bikin.

Heyetê destpêkê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir û ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Rezan Sarica ve hate pêşwazîkirin.

‘Li Tirkiyeyê hiqûq ji zûdeyî hatiye betalkirin’

Îbrahîm Bîlmez di hevdîtinê de axivî û got: “Birêz Abdullah Ocalan mirovekî ji rêzê nîne” û qala tecrîda li Îmraliyê kir. Bîlmez wiha berdewam kir: “Ev rewş gel eleqedar dike. Tecrîdeke giran lê tê ferzkirin ku li cîhanê mînaka wê nîne. Li Tirkiyeyê hiqûq ji zûdeyî hatiye betalkirin. Dema mijar dibe kurd, Abdullah Ocalan û muxalîf hingê hiqûq tê betalkirin.”

Bîlmez ragihand ku li Girava Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn, bi rêbazên kêfî nayê bicihanîn û diyar kir ku gelê kurd Abdullah Ocalan weke ‘Serok’ dibîne.

‘Nîqaşên ku siyasetmedar dikin li derveyî exlaqê ye’

Bîlmez anî ziman ku Abdullah Ocalan alîgirê çareseriya aştiyane ye û wiha got: “Ew mirov e ku pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike. Lewma tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina pirsgirêka kurd. Zehmet e ku herdu ji hev bê cudakirin. Di rewşeke bi vî rengî de siyasetmedar têkildarî muwekîlê me de spekulasyonan dikin. Bûye 25 meh ku em nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan werbigirin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe re bi telefonê axivî bû û xwestibû ku parêzeran bibîne. Ev axaftina bi telefonê jî nîvco mabû. Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin. Ji ber vê yekê em nîqaşên ku siyasetmedar dikin li derveyî exlaqê dibînin.”

‘Li Îmraliyê şert û mercên îşkenceyê hene’

Parêzer Sarica jî bal kişand ser qedexeya hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re, her wiha cezayên dîsîplînê yên ku lê têne birîn. Sarica ragihand ku Tirkiye di nava 8 salên dawî de ketiye nava ‘tunela’ şer û di nava vê demê de gelê kurd, siyasetmedar û nûnerên kurdan hatine krîmînalîzekirin.

Sarica got, “Niha, di dema hilbijartinê de jî li Îmraliyê şert û mercên îşkenceyê hene. Ser vê yekê dinixumînin” û nerazîbûn nîşanî kampanyayên hilbijartinê da ku li dijî Abdullah Ocalan têne meşandin.

Sarica got, “Hêzên ku xwe ji bo rêvebirina civakê dikin namzet, bêyî ku li ser mafên mirovan û hiqûqê tiştekî bibêjin, siyaseteke bi vî rengî dikin.”

‘Helwesta CPT a li ser tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye’

Têkildarî pirseke delegasyonê ya li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, parêzeran destnîşan kirin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, nepêkane ku Tirkiye bikeve nava Yekîtiya Ewropayê.

Parêzer Sarica bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê û destnîşan kir ku helwesta CPT a li ser tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye.

Ji parêzeran Raziye Ozturk bi bîr xist ku bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Çalakiya Lezgîn dan.

Raziye Ozturk diyar kir ku komîteyê biryar da divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin, destûr bê dayin ku parêzer karibin hevdîtinê bikin û ev biryar jî du caran dubare kiriye.

Ozturk bal kişand ser rola Yekîtiya Ewropayê û anî ziman ku Yekîtiya Ewropayê mafê xwe yê zexta li ser Tirkiyeyê bi xurtî bi kar neaniye, sedema vê jî têkiliya berjewendiyan a navbera herdu aliyane.

‘Tirkiye ji kurdan ditirse’

Endamê delegasyonê Ogmundur Jonasson serdana beriya niha li Amedê bi bîr xist û got, “Tirkiye heta ku di nava NATO’yê de be wê ji kiryarên Yekîtiya Ewropayê yan jî kiryareke cuda netirse. Lê belê Tirkiye ji kurdan ditirse. Haya me jî ji vê heye. Ji ber vê yekê em bi we re ne, bi kurdan re ne.”

Endama delegasyonê Laura Castel jî anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û piştre jî hevdîtinên ji bo çareseriyê dikare pêk were.

Parêzer Emran Emekçî herî dawî axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan her tim amade ye bi rola xwe rabe û got, “Abdullah Ocalan sedema xwe ya jiyan û berxwedanê bi vê yekê ve girê dide.”

Parêzeran piştre rapora li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2022’yan ên li Îmraliyê pêşkêşî delegasyonê kirin.