Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta xebatên xwe yên 8’ê Adar li Wan û Colemêrgê dan û bal kişandin ser tecrîdê.
Wan
Jin li Wanê bi cil û bergên xwe yên kurdî heta ber Navenda Kar a Karîzmayê meşiyan li ber dengê erbanê govend gerandin û dirûşmên, “Em xwe diparêzin”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û bi stranan berdewam kir.
Jinan piştî govendê daxuyanî dan û pankarata “Em ê bi hev re biguherin, niha dem dema jinê ye, bijî 8’ê Adarê” vekirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya STAR a Jinan û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Endama Lijneya Rêveberiyê a HDP’ê Hatîce Kiye daxuyanî da.
‘Tevlêbûna dewletê ne tesadufî ye’
Hatîce Kiye, anî ziman ku dewlet bi fihûş, êrîş, çanda hişbirê û polîtîkayên şerê taybet qirkirina civakê dikin hedefa xwe û wiha got. “Ev ne tesaduf e. Tevlîbûna rayedarên dewletê di tacîzkirina jinan a li Colemêrgê, destavêtinê, firotina tiryakê ya li ber dibistanan li Amedê û polîtîkayên belavbûnê yên li gelek herêmên din nîşaneya polîtîkayên şerê taybet in. Bi darê zorê û destdirêjiyê pêkanînên kesên wekî yên kiryar Musa Orhan tên rewakirin. Di 8’ê Adarê de em careke din diyar dikin ku têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk a jinê ya li dijî polîtîkayên şerê taybet wê bi pêş bikeve.”
‘Çareserî azadiya Birêz Ocalan e’
Hatîce Kiye di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û wiha dewam kir: Felsefeya lîberal a femînîst a birêz Ocalan a li dijî desthilatdariya ku dixwaze pirsgirêka kurd bi qirkirin, înkar, asîmîlekirin û qedexeyan çareser bike, îfadeya wê ya jiyanê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava ji hemû cîhanê re mînakek e. Rêya pêkanîna vê felsefeyê bi xwe jî misogerkirina azadiyê ye. Çareseriya krîza ku bi polîtîkayên xwe yên yek alî, zayendperest û serwer dixwazin hebûna xwe bidomînin, misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e.”
Jinan piştî daxuyaniyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li PTT’ê ji jinên girtî re kart şandin.
Colemêrg
Meclisa Jinan a HDP’ê û axtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Colemêrgê starta xebatên xwe yên ku wê di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixin dan. Rêxistinên DHP’ê yên Bajêr û navçeyên bajêr, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn .Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinê a Colemrêgê Humeyra Armut ve hat xwendin.