27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Careke din Şehîdgeha Pîrejmanê rûxandin!

Derket holê ku Goristana li gundê Pîrejmanê ya ser bi navçeya Pîranê ve ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye rûxandin.

Şehîdgeha gerîlayên PKKê ya li gundê Pîrejmanê ya li navçeya Pîran a Amedê ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve hatiye rûxandin. Goristana ku di sala 2014an de hatibû avakirinû li gor agahiyên çavkaniyên herêmê dan; di goristanê de 42 gorên endamên PKKê yên di demên cuda da jiyana xwe ji dest dabûn hene. Goristan cara ewilî di sala 2016an de ji leşkeran bi makîneyên kar û hewanan hatibû rûxandin.

Li goristanê kevirên li ser goran hatine şikandin û diwarê goran ji hatine xerabkirin. Her wiha avahiyên weke mizgeft, cihê sekna mêvanan, mitbex û daşir jî bi temamî hatine rûxandin. Pira ku di navbera avahiyan û goran de ye jî hatiye hilweşandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dan hê jî qedexe li ser herêmê heye û vaye 8 sal in tu kes nekariye biçe derdora goristanê. Ji sala 2016an vir ve bi dehan goristanên ku endamên PKKê, HPGê, YPGê-YPJê lê veşartî ne ji aliyê leşker û polîsan ve hatine rûxandin û gelek gor hatine şikandin.

Çavkani: Ajansa Welat