12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cara pêşiyê ku Îranê li xwe mikur tê

Emîr Elî Hacî Zade hejmara kesên ku heta niha di xwepêşandanên li Îranê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir

Cara pêşî ye ku rayedarên Îranê der barê hejmara kesên di serhildanên li dijî rejîmê de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve dike. Li gorî daxuyaniya serokê hêzên ezmanî yê ‘Parêzvanên Şoreşê’ Emîr Elî Hacî Zade hejmara kesên ku heta niha di xwepêşandanên li Îranê de jiyana xwe ji dest dane gihaye 300 kesan.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekemîne rayedarekî dewleta Îranê bi vî rengî li xwe mikur tê û der barê hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin de agahiyan dide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandanên gel di 16’ê îlonê de bi kuştina ciwana kurd Jîna Emînî dest pê kiribû û piştre veguherî serhildaneke mezin û li seranserê Îranê belav bû.