Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd di civîna çapemeniyê ya li Qendîlê de ragihand ku wan dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên di nava Tirkiyeyê de ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kiriye. Hat diyarkirin ku ev pêngav bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê de hatiye avêtin. Daxuyanî di çapemeniya cîhanê de ciheke berfireh girt.
Reuters, ragihand ku PKKê “di çarçoveya pêvajoya bêçekbûnê de ji Tirkiyeyê vedikişe.” Herwiha di nûçeya xwe de cih da daxwazên Tevgera Azadiyê.
Al Jazeera, diyar kir ku PKKê ji Tirkiyeyê vekişiyaye Iraqê û merasîma îmhakirina çekan a dîrokî ya ku berê pêk hatibû, bibîr xist. Al Jazeera, got ku gavên PKK diavêjin dikarin encamên berfireh li seranserê herêmê bi xwe re bînin.
Associated Press (AP) û The Hindu, bi heman rengî daxuyaniyê bi sernavê “Şervanên PKKê ji Tirkiyeyê vedikişin Iraqê” weşandin.
Rojnameya Times of Israel, ragihand ku di daxuyaniyê de bang li Enqereyê hatî kirin ku ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê gavên hiqûqî bavêje û hat gotin ku şerê 40 salan bi dawî bûye.
NBC News û Barron’sê, ragihandin ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandiye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nûçeyê de bangên ji bo avêtina gavên hiqûqî û siyasî bêyî derengmayînê cih girtin.
AFPê jî ev pêşketina dîrokî bi van gotinan ragihand, “PKKê roja yekşemê ragihand ku ew ê tevahî hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişîne bakurê Iraqê û ji Enqerê xwest ku ‘bê derengmayîn’ ji bo pêvajoya aştiyê bi encam be tedbîrên hiqûqî bigire.”
Herwiha di nûçeyê de hat gotin: ‘Tirkiye vê daxuyaniyê bi dilşadî pêşwazî kir û weke ‘encameke şênber’ a hewldanên bidawîkirina şerê çil salan dinirxîne.”
Di nûçeyê de banga Sabrî Ok jî ku dibêje divê komîsyona li meclîsê biçe Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike cih girt.
France 24, daxuyaniya dîrokî ya 26ê cotmehê weke ‘nîşaneya gihîştina siyasî ya tevgera kurd’ nirxand. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku vekişîn ji berxwedana çekdarî ber bi têkoşîna demokratîk ve gaveke diyarker e. Kanalê nivîsand ku ji bo pêvajoyê bersiveke erênî ji aliyê hikûmeta tirk ve wê ji bo aştiyê girîng be.
Bluewin.chê, ku navenda wê li Swîsreyê ye ev pêngav wekî “Beşeke binyadî ya pêvajoya aştiyê” bi nav kir û destnîşan kir ku “bersiva Enqereyê dê diyarker be.”
Rojnameya Yewnanistanê Kathimerini ev nûçe wekî “Beşek ji pêvajoya bêçekbûnê” şîrove kir.
ANSAya Îtalyayê, jî bal kişand ser banga endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok a ‘Bila demildest bi Ocalan re hevdîtin pêk were.’
Rojnameya The Independent a Brîtanyayê, ev daxuyanî wekî “Bi vê pêngavê re bandora Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya aştiyê dîsa tê hîskirin” nirxand.
Al Arabiya, jî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd weke “Di şerê demdirêj a li herêmê de pêşketineke şênber” pênase kir. Di heman demê de balê dikişîne ser bendewariya xwe ji hikûmeta tirk ji bo “reforma qanûnî.”
