12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya azad her tim rêya  xwe dibîne

Di rojên dawî de zextên li ser çapemeniyê zêde dibin. Têkildarî zextên li ser çapemeniyê Edîtorê Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku bi astengiyên li ser çapemeniyê xwîneran ceza dikin û got: “Yên mafdar her tim bi ser dikevin.”

Di rojên dawî de der barê rojnameya Yenî Yaşamê de 2 caran biryara komkirinê dan. Li Amedê yek û li Sîlopiyê 3 rojnameger hatin binçavkirin. Zextên li ser çapemeniyê her diçe zêde dibin. Di 13’ê Cotmehê de rojnameger Heval Onkol, Ceylan Şahînlî, Hevîdar Onver û Sonay Odengît, rastî tundiya polîsan hat. Têkildarî zextên li ser Yenî Yaşamê û çapemeniya azad Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî nirxandin kir.

Edîtorê Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku li welatekî ji bo mirov asta demokrasî, edaletê fêr bibe, divê mirov li rewşa çapemeniyê û jiyana jinan a di nava civakê de binere û wiha got: “Îktidarên ku dixwazin tiştan reş bikin û heqiqetê tarî bikin, naxwazin radyo, televizyon û rojnameyên bê sansur weşanê bikin. Her tim dijminê derve û navxweşî avadikin û cudahiyên nasname û baweriyên civakan tînin beramberî hev. Cudakariyê pêş dixin. Bi hinceta ewlehiyê civakan asîmîle dikin.”

Yên li dijî xwe asteng û sansur dikin

Çelebî da zanîn ku ji bo politikaya ewlehiyê berdewam bikin, darê darazê û girtîgehan wekî amûrê kontrole bikar tînin û wiha axivî: “Herî zêde leşker û polîsên wekî amûrê zorê bikar tînin. Bi zextên leşker û polîsan dixwazin civakê kontrol bikin. Hemû qadên wekî aborî, perwerde, siyaset, spor, çapemenî û hunerê wekî perdeya ewlehiyê li ser civakê bikar tînin. Bi zorê xizaniye zêde dikin. Bi alozî, kaos û reşkirina rastiyan, xizanî, talankirin, wêrankirin û karê mafyayê zêde dikin. Yên ku van rastiyan bi raya giştî re parve bike çapemenî ye. Ji ber vê yekê hêzên desthilat li ser çapemeniyê sansurê ferz dikin.  Lîsansên radyoyê betal dikin. Yên ku li gorî qedexe û sansurê tev nagerin saziyên wan digirin. Bi ser mal û buroyên rojnameyên wekî Duvar, MA, JİNNews, ETHA’yê de digirin û rojnamegeran binçav dikin. Li televîzyonên wekî Halk Tv, Tele 1 bê navber cezayê pereyan dibirin. Hin nûçeyên Yenî Yaşamê asteng dikin.”

Her roj rojnameger tên darizandin

Çelebî bal kişand ser cezayên li ser rojnameger û rojnameyan û ev agahî dan: “Di navbera 7-13’ê cotmeha 2024’an de der barê du hejmarên rojnameya Yenî Yaşamê de biryara komkirinê dan. Der barê hin nûçeyên rojnameya Cumhuriyetê de astengî derxistin. Di serdema vê hikumetê de li Dadgehên Cezayên Giran û Dadgehên Ceza yên Asliyeyê hema hema her roj rojnameger tên darizandin. Çapemeniya alîgir bê navber êrîşên Îsraîlê dike rojev. Lê em dibînin ku RTUK li ser van weşanan sansur û zextan pêş naxe. Êrîşên SÎHA’yan vedişêrin. Rojnamegerên rastiyan tînin ziman rastî gef û êrîşan tên.”

Ji bo kê azadî?

Çelebî helwesta Serokkomar Erdogan a li dijî azadiya çapemeniyê jî rexne kir û wiha pêde çû: “Li welatên din qala azadiya çapemeniyê dike, lê dema kurd qala ziman, çand û nirxên xwe dikin û nirxên xwe tînin ziman, dema jîn û jiyandinê dike nûçe, der barê ajans û rojnameyan de biryara qedexe, komkirin û astengiyê didin. Serokkomar Erdogan herî dawî di 14’ê cotmehê de di merasima Kursa Qeymeqamiye de got ‘Bi milyonan welatiyên me yên baweriya xwe azad dijîn, sirf ji bo bawer dikin û serbest bi zimanê xwe diaxivin, hatin wêdekirin û dûrxistin.” Dema Erdogan diçe Almanyayê jî dibêje “Ez bawer dikim ku di mijara entegrasyonê de we tu carî astengî dernexist. Lê di mijara bişaftinê de na. Ez carek din dubare dikim, em ji ziman, çand û baweriya xwe tu cari tawîzan nadin.’ Baş e, dema ji bo kurd, suryan, laz, ermenî, çerkez, rûm û romanan tê pirsîn çi dibêje. Wê demê cudahiyek pir mezin û zinar hene.”

Ava diherike her tim rêya xwe dibîne

Çelebî destnîşan kir ku dîrok her tim kesên di rêya rast de dimeşe wan ji tariyê derdixe û ber bi ronahiya heqîqetê ve dibe û wiha lê zêde kir: “Xeyala  mafdarî, azadî û wekheviyê her tim motivasyona herî mezin e. Hêsên desthilatdar çiqas amûrên zordariyê pêş bixin bila pêş bixin, yên rewa, mafdar û azadiyê diparêzin her tim bi ser dikevin. Çapemeniya azad her tim rêya xwe dibîne. Ava diherike her tim rêya xwe dibîne.”

Çelebî herî dawî destnîşan kir ku dîrokê nîşan daye ku kesên ji bo azadiya çapemeniyê têdikoşin, yên ku astengiyan nas nakin û dinivîsin, yên li şibakeya azadî û wekheviyê dinerin, her tim di rûpelên çapemeniyê de diçûrisin û ronahiyê belav dikin û yên din jî di nava şermê dewinda dibin.

Çelebi wiha bi dawi kir: “Rojnameger wekî rêwiyên ku diçin rojê zeft bikin. Di dîrokê de tu car ev rêwî nayên astengkirin. Azadiya çapemeniyê, ne tenê ji bo rojnamegeran, ji bo xwîner, guhdar û temeşageran jî derbas dibe. Divê neye ji bîrkirin, cezayê ku li çapemeniyê tê birîn di heman demê de li xwîner, guhdar û temaşevanan jî tê birîn. Divê mafê xwe gihandina nûçteyan neye binpêkirin.”