Di rojên dawî de dema mirov li nûçeyan dinêrê her roj nûçeyên der barê rojnamegerên girtî, ên ku tên kuştin û tundî li wan tê kirin dibîne. Bi van nûçeyan dema mirov li paşeroja xwe vedigere dibîne ku bi salane li dijî ragihandina muhalîf bi taybet jî li Kurdistanê li dijî rojnamegerên kurd êrîşeke dijwar heye. Ev dîtin û tecrûbeyên heyî di hişê me de pirsên ‘Ragihandin çiye?’, ‘Ji bo kurdan pêwistiya ragihandinê çiye?’ û ‘Ji bo çi ewqas êrîş li dijî ragihandinê tên kirin?’, dide avakirin.
Ragihandin çiye?
Divê ji bo zelalkirina hin mijaran di serî de mirov bersiva ‘Ragihandin çiye?’ bide. Ragihandin bi rêya radyo, televîzyon, kovar, rojname, înternet û ajansan belavkirina fikir û agahiyan e. Di nav pergala kapîtalîzmê de nûçeyên ku ji raya giştî re tên ragihandin çavkaniya xwe ji çand û îdeolojiya serdest (ku em jê re dibêjin çapemeniya hewiz) digirin. Çapemeniya ku xizmeta desthilatdariyek û îdeolojiya wê dike nakokiyên di nav çînan de vedişêre û bala raya giştî bi mijarên wek jiyana rojane, kêf û şahî, moda û dan û standinê ji ser pirsgirêkên bingehîn ên civakê dûr dixe.
Ji bo desthilatdariyên heyî qada çapemenî an ragihandinê qada belavkirina îdeolojiya wan e. Bi vê qadê desthilatdarî hewl didin ku kiryarên xwe di nav raya giştî de bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê ye ku Althusser dema dewlet an desthilatdariyan dinirxîne dibê ’ji bo domdariya hikûmetan pêwistiya wan bi amûrên çewisandin û îdeolojiyê hene’. Yek ji beşa herî girîng a amûrên îdeolojik jî bêguman beşa çapemeniyê ye.
Pêwistiya ragihandinê ji bo kurdan
Em werin bersiva pirsa duyemîn. Heke ragihandin qada domandina îdeolojiyên dewletan be wê demê çima pêwistiya kurdên ku welatê wan hatiye parçekirin bi çapemeniyê heye. Di rastiyê de bersiv hêsan e. Li her derê cîhanê û di hemû qadên jiyanê de xaleke pir girîng heye, heke li dijî te êrîşek hebe wek refleks tu dikevî hewldana parastinê. Wê demê bersiv bixwe derdikeve holê. Kurd ji bo xwe ji îdeolojiyên serdestan biparêzin û hebûna xwe bidomînin dikevin nav hewldanan. Yek ji van hewldanan jî avakirina qada ragihandinê ye.
Demek berê di civateke li gundê xwe de dema rûnistibûn yek ji cîrana me mijara sohbeta xwe anî îşkenceyên salê 90’î yên wek şewitandina laşê mirovan, tacîza li jinên ciwan û heqaretên ku ji aliyê leşkeran ve dihatin kirin. Paşê got ‘Wan rojan herin û qet venegerin, em îro hinek rehet in’.
Di nava axaftinê de yekê ji wan got ‘heke îro televizyon û qezeteyên me tunebûna wê demê em ê bihatana diyarê hev ka em rehet bûn an na.’ Cara yekemîn wê demê min girîngiya karê ku dikim ferq kir û hemû îşkenceyên ku li kurdan tên kirin di ber çavên min de derbas bûn. Wê demê min fêm kir ku erka çapemeniya azad çiqas giran e.
Helbet mînaka ku min tecrûbe kir yek ji encamên avakirin û pêşketina çapemeniya azad ku raste rast xizmeta civakê dike ye. Îro ne ji çapemeniya azad bûna dê kurd di nav îdeolojiya dagirkerên Kurdistanê de biheliyana. Ji çand, bîr û baweriyên xwe û zextên ku li her derên Kurdistanê ji bo tunekirina wan tên kirin haydar nebûna. Çapemeniya Azad ku bingeha xwe ji berjewendiyên civakê digire hem bi zimanê ku bi kar tîne hem bi mijarên ku digire dest ji çapemeniya alîgir ango çapemeniya hewiz cihê dibe.
Şert û mercên salên 90’î
Helbet ev ziman wisa bi hêsanî pêş neket. Di salên 90’î de dema rojnamegeriya kurd dest pê kir bi cudahiya ziman û mijarên ku digirt dest bû hedefa desthilatdariyê. Di salên 90’î de ji bo çapemeniya azad were avakirin û xwe ji aliyê ziman ve xurt bike gelek rojnamegeran bi canê xwe bedel dan.
Dema em behsa rojnamegerî û salên 90’î dikin ev nayê wê wateyê ku di nav kurdan de rojnamegerî di salên 90’î de dest pê kiriye. Kesên ku li dîroka kurdan binêrin dê bibînin ku ji sed salî zêdetir e ku kurd rojnameyên xwe çapkirine. Lê çapemeniya azad a ku di salên 90’î de destpêkirin bi têkoşîna ku daye destpêkirin ji paşeroja xwe cudatir e.
Çapemeniya Azad dema xwe bi Ozgur Gundemê xurt kir rojnamegerên jinên wek Gurbetellî Ersoz gerînentiya giştî a rojnamê bi rê ve birin. Ev rewş çapemeniya azad xurttir kir û di zimanê zayendperest ê ku dihat bikaranîn de guhertinek da destpêkirin. Îro bi sedan rojnamegerên jin ên ku dane ser şopa Gurbetelliyan û xeta ku avakirine her roj pêş ve dibin nahêlin ku desthilatdarî îdeolojiya xwe li ser civakê bi taybet jî li ser jinan ferz bike.
Ji bo çi êrîşî çapemeniya azad dikin?
Ji bo bersiva pirsa sêyemîn em dikevin hevokên jor jî referans bigirin û bibêjin ‘ji ber ku Çapemeniya Azad li dijî îdeolojiya desthilatdariya bi berjewendiyên civakê dengê xwe bilind dike her roj bi hewldanên hikûmetê yên tunekirinê re rû bi rû dimîne’.
Di roja me de rojnamegerên kurd di her pêvajo û rewşê de li ser rojnamegeriya ku bi keda Apê Mûsayan, Gurbetelliyan, Nûjiyanan, Nagihanan, Seyîd Evranan hatiye avakirin, li ber xwe didin. Niha dibe ku di dehan rojnamegerên kurd girtî bin. Lê çawa ku jinên kurd her sal 7’ê Cotmehê ku roja şehadeta Gurbetellî ye, wek dubarekirina soza pêşxistina rojnamegeriya wê pêşwazî dikin dê her roj li dijî zextên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin jî xwe xurttir bikin.