28 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemenî diyarker e

Rist û misyona ragihandinê êdî sereke ye. Heke li cihekî ragihandin li gorî rastiyê tevnegere divê bê zanîn ku ji hinek cihan ve tê rêvebirin. Gelek gazinc ji zimanê ragihandina tirk hene. Xizmeta aştî û azadiyê nake.

Rol û misyona çapemeniyê roj bi roj zêdetir tê nirxandin. Gelek caran weke hêza çaremîn jî hatiye pênasekirin. Piştî çapemeniyê înternet jî weke hêza 5emîn tê pênasekirin. Înternet bi serê xwe qadeke ku lêkolîn li ser were kirin e. Her wiha înternet dema ku ji çapemenî-ragihandinê re dibe zemîn hêza ragihandinê zêdetir dibe. Rewşa wê diyarkertir dibe.

Ji ber rol û misyona ragihandinê her hêzek bi qasî ku dixwaze li ser ragihandinê bandorê çêbike ewqas jî dixwaze bibe xwedî saziyeke ragihandinê. Di serî de jî desthilata polîtîk ji bo bandorê li ser civakê bike giringîyeke pir mezin dide ragihandinê.

Qanala Îngîlistanê BBC bi 32 zimanan weşanê dike û her roj xwe digihîne bi qasî 180 milyon kesan. Herwiha li ser tora înternetê jî yek ji malpera ku herî zêde tê şopandin e. VOA (Voîce of America-Dengê Amerîka) bi zêdetirî 40 zimanan weşana tv, dîjîtal û ser tora înternetê dike. TRT bi 17 tv û 17 radyoyan di asta hemû cîhanê de bi derdora 41 ziman û zaravayan weşana satelîte û tora înternetê dike.

Di roja me de dewletên ku ne xwedî saziyeke ragihandinê bin tune ne. Mirov dikare daneyên li jor zêde jî bike. Lê bi çend daneyan xuya dike ku dewlet çiqasî li ser ragihandinê radiwestin. Hejmara tv, radyo, malper, qanalên dîjîtal êdî wisa zêde bûne ku nayên hesibandin. Gotinek heye, dibêjin dinya bi qasî ku çavê mirov dibîne biçûk bûye. Rast e. Êdî li her quncikekî cîhanê, her bûyereke diqewime tê ber destê mirovan. Dema bêalî were nêrtin, ev ji bo civakê geşedaneke baş e. Mixabin ne wisa ye. Tu dewlet an jî rêxistinên li pey desthilat û qezençkirina pereyan tevdigerin tenê ji bo qenciya civakê karê ragihandinê nakin. Mesele BBC dema derveyî îngîlîzî bi zimanên din weşanê dike, ne ku dixwaze zimanê gelên din pêş bikevin. Ew bi zimanên din rojeva xwe, feraset û nêzikatiya xwe radigihîne gelên din. Dibe ku artêşa Îngilistanê nikaribe bikeve mala yekî/a ereb, lê bi rêya qanala BBC bi rihetî dikare bikeve malê. Desthilat jî bi vê rêyê dixwazin xwe bigihînin her derê.

Dewlet ji bo rol û mîsyona wê tenê bi pêşxistina ragihandinê re eleqedar nabin. Di heman demê de şêwazên kontrolkirina ragihandinê jî pêş dixin. Li her welatekî saziyeke fermî ya dewletê ku ragihandinê kontrol dike heye. Dema ne li gorî xwestekên dewlet û desthilatdarê tevgeriyan li saziyên weşanan ceza dibire. Dewlet û desthilatdar ragihandinê ji xwe re wekî rêbaza kontrolkirina civakê, manîpulekirina muxalefetê, berovajîkirina rastiyan dixebitîne.

Her wiha ji ber ku ragihandin li ser tora civakî pêş ketiye û êdî di her kêlî û cihî de dikare bigihije civakê rol û misyona wê jî guheriye. Pênaseya hêza çarem êdî têr nake. Piştî hêza zagonsazî, rêvebirî û daraz digotin wekî hêza çarem jî ragihandin heye. Lê niha ragihandin dikare wekî hêza yekem were pênasekirin. Ji ber ku ragihandin van her sê erkan jî bandor dike. Li gorî weşana dike helwesta wan dide guhertin. Faruk Bîldîrîcî berî hefteyekê nivîseke bi navê “Di kuştina Narîn Guranê de 12 xeletiyên medyayê ku bandor li ser darazê kirin” weşand. Di vê nivîsê de dide xuyakirin ku ragihandinê bi weşangeriya kirî bi neyînî li ser darazê bandor kiriye û di dayîna biryarê de jî tesîr kiriye. Her wiha gelek zagonên ku dixwazin werin derxistin li ser weşangeriya ku tê kirin an tên paşvekişandin an jî guhertin. Heman tişt ji bo erka rêvebiriyê jî derbasdar e.

Rol û mîsyona ragihandinê ya diyarker ji du aliyan ve divê were nirxandin: Hem erênî hem jî neyînî. Dewlet ragihandinê neyînî bi kar tîne. Di belgeya Plana Çalakiya Çokdanînê de ji bo ragihandinê nirxandineke wiha heye: “Hewce ye ku li herêman nûçegihanên AA û TRTê hebin; nûçeyên werin çêkirin, dîmenên werin kişandin bi ragihandinên din re jî werin parvekirin; çapemeniya biyanî jî bi rêya akredîtasyonê di bin çavdêriyê de were hiştin û nehêlin bikeve qadan.(…) Pêşgirtina ragihandina kuştina sivîlan, pêşgirtina nûçe û dîmenên ku hêza operasyonel ji aliyê moral ve bixe di çarçoveya berpirsiyariya personelên di rêvebiriyê de ne.” Di vê belgeyê de rola ragihandinê berbiçav xuya dike. Yanî dewlet ji aliyekî ve ragihandina xwe pêş dixe, ji aliyekî ve ragihandina nêzî dewletê agahdar dike ji aliyekî ve jî ragihandina derveyî xwe by-pass dike.

Aliyê erênî yê ragihandinê jî ew e ku ragihandina derveyî dewlet û desthilatê rastiyan digihîne civakê ye. Mesela heke ev belge ji aliyê ragihandinê ve nehatibûya dayîn derewên dewletê jî eşkere nedibûn. Ev jî karê ragihandina alternatîf, karê ragihandina civakî ye. Di salên 1990î de Çapemeniya Azad bi hezaran kiryarên îşkence û wendakirinê xistin rojev. Îro ew bûne hafizayek. Niha komîsyonek li meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin. Di gelek aliyan de daneyên ragihandinê wekî belge têne pêşkêşkirin. Ev tiştekî grîng e. Her wiha di belgeya Plana Çalakiya Çokdanînê de jî tê ziman ku divê nûçeyên moral dixin neyên çêkirin. Ango ragihandin li ser moral û motîvasyona civakê jî pir bandor dike. Ji zimanê bi kar tîne bigire heya dîmen û fotoyên bi kar tîne hemû li ser civakê tesîr dikin.

Bi kurtasî rol û misyona ragihandinê êdî sereke ye. Heke li cihekî ragihandin li gorî rastiyê tevnegere divê were zanîn ku ji hinek cihan ve tê rêvebirin. Îro gelek gilî û gazinc ji zimanê ragihandina tirkan hene. Zimanekî çêker û rast nîn e. Ne xizmeta aştiyê ne jî xizmeta azadiyê dike. Heke tê xwestin ku tiştinin werin guhertin pêşî divê ji ragihandinê dest pê bike.