26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çapa nû ya pirtûka ‘Sosyalîzma Demokratîk’ derket

Çapa duyemîn a pirtûka girtî Zekî Bayhan a “Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21emîn: Sosyalîzma Demokratîk” derket.

Çapa duyemîn a pirtûka Zekî Bayhan a bi navê ‘’Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21emîn: Sosyalîzma Demokratîk’’ ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hat weşandin. Çapa yekem a pirtûkê dîsa ji aliyê heman weşanxaneyê ve di sala 2015an de hatibû weşandin. Di danasîna pirtûkê de nivîsa Vedat Turkalî a têkildarî Zekî Bayhan jî cih digire.

Vedat Turkalî di nivîsa xwe de diyar dike ku ev pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li gel diyalektên rêbazên Marksîst seknên dijber yên nû û perspektîfên pêşerojê pêş xistine.

Zekî Bayhan Kî Ye?

Zekî Bayhan di sala 1976an de li Colemêrgê ji dayik bûye û di sala 1998an de di dema xwendekariya zanîngehê de ji ber hincetên siyasî hatiye girtin. Zekî Bayhan ê ku di girtîgehê de xwendina xwe ya aboriyê temam kiriye, nivîskarê gelek gotar û 6 pirtûkan e. Xebatên wî zêdetir li ser mijarên weke Tevgera Azadiya Kurdistanê, paradîgmaya zanista civakî û sosyalîzma demokratîk in. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zekî Bayhan di demên dawîn de ji bo Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hatibû sewqkirin û ev 27 sal in girtî ye.