12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandek rûxandin mizgeft kirin amûra rantê

Li bajarê Agiriyê mizgefta 60 salan bûbû sembola Agiriyê ji bo rantê hilweşandin, li cihê wê mizgefteke mezin û kargehên esnafan çêkirin. Di bin rêveberiya Komeleya Alikari û Hevkariyê ya Agiriyê, alikariya walîtî û şaredar Savci Sayan ê ku ji bo hilbijartina wekiltiyê dev ji karberda çend sal in plana hilweşandina ya kevn û çêkirina ya nû dihat kirin.

Du sal berê di sala 2021’ê de dest bi avakirina mizgefta nû hat kirin. Mizgeft di navenda Agiriyê de, li qada herî karîger cih digire. Mizgeft  li ser çar minareyan, qubeyeke mezin û li dorê mezin-biçûk çend qubeyên din hatiye çêkirin. Mirov li avahiya mizgeftê dinêre, dibine kul i mavasaziya (mimari) dewleta Osmanî, bi taybet ji bi şibandina avasaziya Mîmar Sînan hatiye sêwirandin. Ango aliyê dîtbarî derxistine pêş. Gava mirov ji aliyê hişê lêpirsinê ve lê dinêre pirsa; di bajarekî weke Agiriyê de li gel mizgefteke mirêsdar û bala ku 5 hezar kesan hildide û sedi zêdetir mizgeftên din, mizgefteke wiha mezin û mirêsdar hewce bû? Pirseke din li pey tê; gelo di bin hilweşandina mizgefteke ku êdî bûbû sembola bajêr de hin hesabên din hebûn an na?

Qatê îbadetê li ser û li bin mizgeftê pasajek û li kêlekên sûk û kolanan dinêrin cur bi cur kargehên bazirganiyê hatine avakirin. Helbet tişta ku tê bîra mirov eleqeya vê dîtbarî û îhtişamê û kargehên di binê mizgeftê de bi hev re çi ye?

Piştî avakirina mizgefta navendê gelek gotegot li pey hev rêz dibin. A herî berbelav ev e; mizgefta berê sembol bû, ne hewce bû ev mizgeft bê çêkirin. Di bin fikra çêkirinê de xezineya tê idiakirin ku di binê hîmê wê de heye. A din ji hevkariya komele û sazgeriya mizgeft dane çêkirin ne bi xema îbadet û oldariyê, bi wê xemê ye ku di bin mizgeftê de gelek dikan û kargehên ku bidine kirê, li ser xwe, dost û ehbabên xwe tapû bikin, karibin vekin. Ji ber ku ev di bin serweriya komeleyê de ye, berpirsiyarê milkiyeta mizgeft û kargehan komele ye.

Di vir de rola sereke ya Komeleya Alîkarî û Hevkariyê ya Agiriyê ye. Ji bilî budçeya ji bo mizgeftê hatiye veqetetandin komeleyê bi salan e ji bo avakirina mizgeftê kampanya daye destpêkirin, dahateke mezin bi dest xistiye. Lê bi hinceta bes nebûye di bin navê xêr û xêratan de kampanya berfireh kiriye. Tê îdiakirin ku Savci Sayan piştî para xwe ji vê rantê girtiye, çend kargeh ji komeleyê stendine paşê destûra çêkirina avahiyê daye. Îdiayeke wiha ji heye ku Bîlal Erdogan bi helîkopterê bi dizîka hatiye Agiriyê, li cihê hîmê avahiyê. Hinek dibêjin zêr birine, hinek ji dibêjin tenê depoyê genim ji binê hîm derketine, tiştek nebiriye.

Îdia rast in an ne rast in. Lê tiştekî berbiçav heye nêzî şêst dikan û kargeh hene. Her yek bi kirê tê dayîn. Kirê û milkiyet aîdî komeleyê ye. Ev ji şik û gumana rastiya gotegotên berbelayî zêde dike. Ev rast be ranteke mezin tê de heye.

Mizgeft di diroka bajarê Agiriyê ya kurt de berhemeke berendamê dîrokîbûnê bû. Bi hostatî û kedeke hêja derketibû holê. Ji dêrên ji ermeniyan mabûn kevir anîbûn. Bi kevirên bijare yên ku diyar bû ji Xelatê hatibûn anîn, hatibû avakirin. Hê ji dikaribû sed salan zêdetir tiştek pê neyê. Ew mizgefta sembol û timsala çanda Agiriyê temsil bike, bi xema rantê û belkî ji xezineyên zêran di derbekê de hat rûxandin.

Gelê Agiriyê ji vê yekê bi şik û guman pêşwazî dike. Gelek kes hene ku bi baweriya mizgefteke ji bo ibadetê ava dibe û mala Xwedê çêdibe, ji bo xêr û xêratê, belki ji ji bo axireta xwe qezenc bikin devê kîsikên xwe vedikin. Lê gelek kes ji mîna wan nafikirin, şik û gumanên xwe tînîn ziman.

Ji şêniyên Agiriyê Tacdin Demîr û Xalis  Bîrtane ji wan kesan in. Tacdin Keskîn dibêje: “Ez hê çardeh salî bûm mizgeft hat çêkirin. Sip û saxlem bû, çima xira kirin, min fêm nekir. Mizgefta ser riya Erziromê qaşo bona 5 hezar merivan çêkirin. Ka kî diçê, ka çiqas tije dibe?” Xalis Bîrtane ji şik û gumana xwe tîne ziman û dibêje: “Bavo ev yê xwarinê ne. Çar heb top dibin, di nav xwe de qerar didin. Lûp lûp berdidin nav hûrê xwe. Kî dîn difikire, kî îmanê. Dinya bûye ya xwarinê, kî dîn tîne bîra xwe.”