20 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çanda 300 salan Adarok hat pîrozkirin

Şeredariya Bajarokê Gundikê Melê çanda 300 salan a Adarok ku weke hatina biharê tê zanîn, di navbera çiyayê Cûdî û Besta de bi bernameyeke pîroz kir.

Şeredariya Bajarokê Gundikê Melê ya ser bi Şirnexê ve çanda 300 salan a Adarok ku bi weke hatina biharê tê zanîn, bi bernameyeke pîroz kir. Bernameya di navbera çiyayê Besta û Cûdî de hat lidarxistin. Bi hezaran welatî tev li şahiyê bûn. Hevşeredarên Gundikê Melê jî bi xêrhatina mêvanan kirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, rêxistinên saziyên sivîl, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez jî beşdarî bernameyê bûn.

Welatiyên tev li şahiyê ango festîvalê bûn lîstikên xwecihî yên gelêrî lîstin û bi stranan govend gerandin. Welatiyên bi malbatên xwe re tev li festîvalê bûn li ber tavê bi kêfxweşî seyrana xwe kirin û hatina biharê pêşwazî kirin. Zarokan jî bi lîstikan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Weke her sal xwarin hat çêkirin û welatiyan bi hev re xwarin xwar.

Welatî dibêjin ku ev şahiya Adarokê berê bi piranî ji aliyê zilaman ve dihat pîrozkirin, lê di van salên dawî de êdî jin û mêr tevîhev pîroz dikin. Hat gotin bi organizasyona Şeredariya Gundikê Melê re jin jî tev li bernameyê dibin.