Li Tirkiyeyê zimanê kurdî bi awayekî fermî nayê nasîn û perwerdehî pê nayê dayîn. Ji ber vê yekê jî kurd ji aliyê dewleta tirk û desthilatên wê ve bi salan di pişaftineke kûr re tên derbaskirin. Bi vê polîtîkayê zimanê tirkî li ser kurdan tê ferzkirin û tê xwestin ku kurd bi her awayî ji çanda xwe bên dûrxistin. Di vê çarçoveyê de xebatên kurdan ên ji bo jiholêrakirina vê rewşê tên astengkirin û qebûlnekirin û astengkirina zimanê kurdî li hemû sazî û dezgehên dewletê didome.
Herî dawî di hevdîtinên budçeya sala 2023’yan ku qureşek wê ji bo çand û zimanê kurdî nehatibû veqetandin de li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê dema ku parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier xwestibû kurdî biaxive û balê bikişîne ser zimanê kurdî ji aliyê Serokwekîlê Meclîsê CHP’î Haydar Akar ve hatibû astengkirin. Akar destûr nedabû ku Taşçier bi kurdî biaxive û pirsgirêkên der barê zimanê kurdî de bîne ziman.
ATV’ê kurdî sansur kir
Her wiha piştî vê bêrêziya li dijî zimanê kurdî ya li meclîsê, di nav hefteyê de heman rewş li qenala televîzyonê ya ATV’ê ku nêzî desthilata AKP-MHP’ê jî derket holê. Di bernameyeke televîzyonê de ku ji aliyê pêşkêşvan Esra Erol ve dihat pêşkêşkirin de dema ku dayikek û keça xwe ya tevlî bernameyê bûbûn bi kurdî axivîn axaftina wan hat sansurkirin.
Ev bêrêziya li dijî kurdî ya li meclîsê û ATV’ê de bû sedema bertekan. Li ser hesabên medya dîjîtal bi sed hezaran kesî bertek nîşanî vê bêrêziya li kurdî dan û polîtîkayên pişaftinê yên li ser kurdî şermezar kirin. Li aliyê din sazî û rêxistinên ziman ên kurdî yên li bakurê Kurdistanê jî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî rewşê dabûn û bang li kurdan kiribûn ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî li her derê bilind bikin.
Binhişê xwe radixin ber çavan
Yek ji van sazî û rêxistinên jî Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cîzirê ya Şirnexê xebatên xwe didomîne bû. Hevserokê Komeleyê Cahît Akil, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. Akil, bi bîr xist ku di demên dawî de êrîşên li ser zimanê kurdî her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Zimanê civakekî nirxa wê civakê ya herî pîroz e. Dewletên ku li dijî zimanê civakê qedexe û pişaftinê esas digirin, di lîtava faşîzmê de xerq bûne.”
Cahît Akil, bi lêv kir ku nêzîkatiya li ser çand û zimanê kurdî rewşa bêhiqûqî ya Tirkiyeyê radixe ber çavan û ev tişt anîn ziman: “Jixwe lingekî şerê taybet çapemenî ye. Bi vî awayî dixwazin dijminatiya li dijî gelê kurd di nava civakê de zêde bikin û zimanê kurdî ango gelê kurd bixin hedef. Bi vê faşîzmê jî dixwazin civakên wek wan nafikirin bifetisînin. Ew bixwe binhişê wan radixe ber çavan. Digotin; ‘me berxwedana azadiya Kurdistanê fetisand’. Dema nimûneyên vê propagandayê pûç dikin derdikevin holê, dîn û har dibin û ev jî dijminatiya wan a li dijî gelê me radixe ber çavan.”
Zimanê dayikê rewa ye
Di berdewama axaftina xwe de Akil, destnîşan kir ku êrîş û helwesta li meclîsa Tirkiyeyê û qenalên televîzyonan ji yek cihî tên birêvebirin û wiha pêde çû: “Ev divê bi vî awayî bê fêmkirin ku ev hemû operasyonên daîreya şerê taybet in ku li dijî gelê me tên meşandin. Di esasê xwe de ji bo deşîfrekirina van polîtîkayên zirav hewceye ku di her platformê de zimanê kurdî bibe rojev, lewre bi qasî nefesa mirov digire zimanê dayikê mafekî rewa û demokratîk e.”
Akil, di axaftina xwe de bal kişand ser stratejiya dewleta tirk a ser konsepta şer, înkar û îmhaya gelê kurd û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Li pêşiya me hilbijartinek heye, di vê hilbijartinê de divê em bi berxwedana çand û zimanê xwe faşîzmê têk bibin û ji bo tevahî gelan maf û edaletê biqîrin. Divê gelê me ji her demê zêdetir li çand û zimanê xwe xwedî derkeve. Dîsa hewceye tevahî saziyên ziman û çandê vê bixin rojeva xwe û di vê pêvajoyê de xebatên hişmendiya kurdewar xurt bikin.”
Banga ji bo kurdî
Di dawiya axaftina xwe de Akil, ev bang kir: “Di dawiyê de risteke mezin dikeve ser milê hemû sazî û partiyên ku siyasetê dimeşînin. Hewceye mafekî ew qas rewa di vê pêvajoyê de her tim bikin rojev û xwedî bernameyekî bin. Divê tevahî partiyên yekperst bi polîtîkayên aqilane bên deşîfrekirin. Lewre di pêvajoyên hilbijartinê de dek û dolab zêde dibin. Di vê çarçoveyê de ez dikarim bibêjim çand û ziman hawara dil û mejiyê civakê ye. Divê gelê me li vê hawara xwe xwedî derkeve.”