Li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî, di roja 19emîn de didome.
Welatiyên ku di saetên serê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berz kirin. Welatiyan, berdilkên bi nivîsa “Na ji şer re” li xwe kirin û çalakiya xwe didomînin. Di tevahiya çalakiyê de beşdaran bertek nîşanî êrîşan dan. Gelek kesên ji Mêrdîn û navçeyên wê û ji Bedlîsê hatin beşdarî çalakiyê bûn. Li gel baranê jî di çalakiyê de daxuyanî hat dayin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk di daxuyaniyê de wiha got: “Divê em xwedî li Rojava derkevin.” Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Hem li vir hem jî li Qamişloyê baran dibare. Tişta li vir tê hîskirin û ya li wir tê hîskirin jî heman e.”
Bêrîtan Guneş Altin bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi 7 xalan plansaziyek danî pêşiya me. Divê em xwedî li fikrên birêz Ocalan derkevin. Rojava, rûmeta me ye. Aştî, daxwaza me ye. Divê birêz Ocalan tavilê azad bibe da ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bên çareserkirin.”