Doh piştî çend seatan ji serbestberdana çalakvan (Spideh Qolian) Spêda Qolyan ya ku 4 sal û 7 mehan di girtîgeha Evên de mabû, pasdarên Îranê piştî gengeşiya bi malbata Qolyan re dîsa ew girtin. Her wiha 2 welatiyên ku dîmenên binçavkirina Spêda kişandibûn jî hatin binçavkirin.
Li gor rapora nûçegihanê “Îran International”ê, malbata Sepêda Qolyan li hember hêzên ewlehiyê li ber xwe dane, lê Spêda gotiye: “Dayê, xem nake, min bihêle, ma wê çi bikin?”.
Qolyan roja Çarşemê piştî ku ji girtîgehê derket, vîdyoyek li ser Twitterê belav kir û di wê kilîpê de çend kêliyan piştî berdana xwe, li ber zîndanê diqîriyan: “Xameneyî ey zalim, em ê te bikin bin axê ”
Qolyan li ser malpera xwe ya dijîtal wiha nivisiye, “Piştî çar sal û heft mehan ez ji doza ‘Heft Tepe’ derketim. Vê carê jî bi hêviya azadiya Îranê derketim.”
Hîn agahiyên berfireh der barê serbestberdana pêşwext a Spêda Qelyan nayê zanîn, lê di hefteyên borî de, hin girtiyên siyasî li Îranê hatine azadkirin.
Qelyan bi çalakiyên xwe yên li dijî binpêkirinên li girtîgeha Evînê hatibû naskirin. Her wiha di nameyeke balkêş ji zindana Evînê şandibû. Spêda û hevalên xwe di nameya xwe ya ji vê girtîgehê de wiha gotibûn: “Îtirafên bi zorê dewam dikin, lê dengê şoreşê tê bihîstin. Dîwarên Êvînê nikarin dengê ‘jin, jiyan, azadî’ asteng bikin.”
Hêjayî gotinê ye ku ew name ji aliyê Hasti Amirî, Noushin Cafarî, Raha Asgharzadeh, Sepideh Qelyan, Narges Mohammadî, Alia Mottalibzadeh û Bahareh Hedayat ve hatibû weşandin.