Li paytexta Slovenya Ljubljanayê, di çarçoveya ‘Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re’ çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîqaş kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî wekhev û demokratîk hate destnîşankirin ku divê bi Ocalan re diyalog bê danîn.
Johannesburg
Koma Agahî û Lêkolînê ya Kar a Navneteweyî (ILRIG) di 22-23’ê Hezîranê de Platforma Johannesbûrgê lidar xist. Di çalakiyê de gelek rêxistinên civakî yên Başûrê Efrîkayê piştgirî dan kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Beşdaran dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wergerandin zimanên IsiZulu, Sothu û Afrikaans û bi vî rengî piştgiriya xwe ji bo kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re nîşan dan.