19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên nobetê li ser sînorê Rojava didomin

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê di roja 12’emîn de û çalakiya li ser sînorê Pirsûs û Kobanê jî di roja duyemîn de li dijî êrîşên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter  berdewam dikin

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin di roja 2’yan de didome.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 2’yemîn de didome. Çalakiya nobetê, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar û gelek kes beşdarî çalakiya nobetê bûn.

Di heman demê de çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê li dijî êrişên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di roja 12’an de berdewa kir. Ji saetên serê sibehê ve gelek welatî li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê kom bûn. Di çalakiyê de beşdaran pêşmalkên “Ji şer re na” û “Rojava rûmeta me ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li çalakiyê dibin. îro jî gelek kes ji Şirnex û Cizîrê jî hatin tev li vê çalakiyê bûn.