31 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên li Belucistanê didomin

Çalakiyên gelê Beluc li dijî êrîş, binçavkirin û windakirinên bi darê zorê yên Pakistanê dane destpêkirin, di roja 6emîn de berdewam in.

Di 21ê Adarê de li Eyaleta Belucistanê ya Pakistanê li dijî windakirinên bi darê zorê û zextên dewletê çalakî hatibûn destpêkirin û çalakî di roja 6emîn de berdewam in. Li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin û polîs êrişan dibin ser çalakvanan. Li bajarên Taunsa, Kolwa û Turbatê jî gelek kes hatin binçavkirin. Çalakvan, ji bo berdana binçavkiriyan dirûşman berz dikin.

Daxwazên Belucan ev in: Demildest berdana pêşengên Komîteya Piştevaniyê ya Beluc (BYC) Dr. Mahrang Baloch, Sammi Deen Baloch, Bebarg Zehrî û hemû aktîvîstên binçavkirî. Bidawîkirina girtin, binçavkirin û tundiya li dijî gelê Beluc.