12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiyên ji bo azadiyê

Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hem li Ewropa û hem jî li Tirkiyeyê berdewam dikin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de tên ragirtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, di 22’yê çileya 2024’an de bi îmzeya hezar û 330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dabûn. Ev 6 meh in wezaretê tu bersiv nedaye vê serlêdanê û OHD’ê jî li dijî vê yekê ji Baroya Amedê daxwaz kir ku li aqûbeta serlêdana wan bê pirsîn. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak, hevserok û endamên OHD’ê yên Amedê bi hev re çûn baroyê û serlêdan kirin.

Çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk di asta cîhanî de didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di vê çarçoveyê de li gelek bajaran çalakiyên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan li dar dixin.

39 meh in agahî nayê girtin

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û di hucreyekê de di bin tecrîdeke girankirî de ye hevdîtinê bikin serlêdan kirin. Ozbîngol û Turkdogan ji bo bi Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayê wergirtin re hevdîtinê bikin bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê dan.

Ji Wanê meşiyan Enqereyê

Xizmên girtiyan ên ji Wanê hatin Enqereyê, bi daxwaza “Edaletê pêk bîne, hiqûqê bi cih bîne” xwestin hevdîtinê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re bikin. Wezîr newêre derkeve pêşberî dayikan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê