Wekî her hefteyê vê hefteyê jî çalakiya malbatên ximên windayan berdewam kir. Çalaki bi tevlîbûna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)’a Amedê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KSEK) û malbatan hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” hat vekir û axavtin hatin kirin.
Di despêkê de sekreterê ÎHD’a Amedê Yakup GUVEN bal kişand ser kesên ku di bin çavan de winda bûne û wiha got: “Bi hezaran kesên ku winda bûne û hîn ne agahî ne jî cenazeyên wan nedane malbatan hene. Em dixwazin hesabê van kuştinan were dayîn. Wê daxwaza me heta kujer bên darizandin berdewam dike.”
Emê jî bi malbatara vê têkoşinê bidomîn
Piştre jî Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyik di serê axavtina xwe de dayikê şemiyê ku li ber derê ÎHD’a stebolê daxuyanî dane ji bo têkoşina wan li ser navê KESK’ê silav kir û ev tişt got: Em vê doza xizmên windayan ji bo welatek demokratik girîng dibînin. Em ê jî bi malbatan re vê têkoşînê bidobînin. Di dîroka komarê ya sedsalî de gelek bûyerên ku kujarê wan diyar in hene lê heta roja îro jî hesab ji wan kujeran nehatiye xwastin. Tevî hemû bangên malbatên ku dixwazin aqubeta xizmê xwe yên windayî nas bikin û kujer werin cezakirin ji alî rayedarêm dewletê ve nehatine bersivdayîn.”
Wan xistibûn çalekê de
Piştî axaftinan endama lijneya rêvebir a ÎHD’ê Derya Yildirim der barê çîroka xizmên windayan de wiha axifî û got ku hevjîna Suleyman Gaysak, Leyla Gaysak derbarê hevjînê xwe de wiha dibêje: “Di ser windabûna hevjînê min de sê roj derbas bûn me ew û hevalên wî di çalekê de dîtin, kevirên mezin li ser cesedê wan hebûn. Em ji wir vegeriyan û me agahgî da malbatan.”
Bavê Yahya Akman, İsa Akman jî der barê mijarê de wiha got: “Me ji bo kesên winda xwest ku daxwaznameyekê bidin dozgeriya Silopya, Cizîrê û Îdirê lê polîsan nehişt em bikevin hundir û tundiyê li me kirin. Li pey rêça wesayîtê çûm min dît ku windayên me li nêzî newala Bestayê di Çalekê de ne. Leşkeran cenaze anîn nexweşxaneyê û wan xistin tabûtan û paşê me jî ew veşartin. Ji wê roja heta roja îro tu saziyeke fermî bang li me nekiriye û tu agahî nedaye me.”
Û Çalakiya xizmên windayan a vê hefteyê ku ji bo Omer Gaysak, Yahya Akman, Suleyman Gaysak, Mehmet Gurru Ozer û Azîz Gaysak hatibû lidarxistin bi vî rengî bidawî bû.