12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê bi serdanên xurt didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi biryarî didome. Çalakgeran di çalakiyê de stran gotin û dirûşm berz kirin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome.

Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakê em bibin dengê civakê” daleqandine.

Ji bo piştgiriyê di nava rojê de rêveber û nûnerên Dayîkên Aştiyê, endam û rêvebirên heremî yên DEM Partiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de stranên dengbejiyê strîn û bi çalakgeran re stran gotin. Li çepikan dan û lîrandin. Li salana ku çalakî hatiye li dar xistin de dirûşmeyên “Bijî berxwedane zîndanan”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.