12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê bi biryardarî didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 11’an de didome. Dayîkên di çalakiyê de gotin ku heta azadiya Ocalan pêk neyê dê têkoşîna xwe bidomîn.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi biryardarî didome.

Salona DEM Partiyê ya navçeya Rêzan a Amedê bi pankartên “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtiyan” , “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatibûn xemilandin û çalakî di roja 11’an de didome. Ji bo piştgiriyê Hevseroka Patiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sûltan Yaray, rêveber û nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran dikin.

Di serdana çalakiya “Nobeta Edaletê” de dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Li dijî tecrîdê em dadê pêş bixin” hatin berzkirin. Çalakgeran stranên şoreşgerî gotin û lîlandin. Serdanên nûnerên rêxistinên civakî, siyasî û welatiyan ya ji bo çalakgeran didome.