Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD-FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê jî li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome. Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakê em bibin dengê civakê” daliqandine.
Ji çalakvanan Aklîme Hanas di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û azad bibe di çalakiyê de ye û wiha got: “Bila ne tenê bi serok re hevdîtinê bikin. Em dibêjin bila serok azad bibe. Dema serok azad bibe wê şert û mercên girtîgehan jî baş bibin. Banga min li hemû mirovan ne. Ji heft salî heta heftê salî bila werin em bi hev re li dora vê tecrîdê bibin xelek. Da ku em tecrîdê bişkênin. Em serokê xwe azad bikin. Bila daxwaza girtiyên me bînin cih. Girtiyên me azad bikin. Qîma me bi vê çalakiya rûniştina edaletê tenê nayê. Em hemû dayik bi hevre dibêjin em bi hev re li derva, kûça û kolanan li dora tecrîdê bibin xelek û tecrîdê bişkênin. Dema serok dibin tecrîdê de be em hemû dibin tecrîdê ne. Ji girtîgehan heta zikê malê em dibinê tecrîdê de ne. Dema serok azad bibe em ê hemû azad bibin. Her tişt di nav her dû lêvên serok de ye. Dema serok biaxive wê aştî pêk bê.”
Ji bo piştgiriyê di nava rojê de endamê Komeleya Çanda Dîcleyê, nûnerên Dayîkên Aştiyê, û gelek welatî hatin serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiyê de stranên dengbêjî û şoreşerî gotin. Kesên hatin serdanê çalakiyê, dayik pîroz kirin û gotin ‘daxwaza we daxwaza me ye’. Di çalakiyê de dirûşmeyên ”Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedane zîndanan” berzkirin.