Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê a Amedê bi biryardarî didome. Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiyabcivakênem bibin dengê civakê” daliqandine.
Ji bo piştgiriyê di nava rojê de endam û rêvebirên MED-DER’ê, Endûstiriya Zimanê Kurdî ya Amedê, nûnerên Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civakî û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de dayikan qala têkoşîn û serpêhatiyên xwe kirin, stranên dengbêjî û şoreşêd gotin. Kesên hatin serdanê çalakiya dayikan pîroz kirin û gotin ‘daxwaza we daxwaza me ye’. Kesên hatin serdanê li çepikan dan û lîrandin. Dirûşmeyên”Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedane zîndanan” berzkirin.