Zindana Amedê ji 2 aliyan ve tê nasîn. Ji aliyekî ve bi berxwedanê, ji aliyê din ve jî bi îşkenceya li siyasetmedarên kurd hatiye kirin tê nasîn. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’ê girtiyên siyasî yên li Zindana Amedê êdî bi tundî û îşkenceyek pir giran ve rû bi rû mabûn. Li aliyekî îşkence, lêdan, înkar, heqaret û lêdanê zêde bûbû, li aliyê din berxwedan, biryar, sekn û têkoşînek xurt derket pêş. Li aliyekî nûnerên dewletê, li aliyê din jî nûnerên gel hebûn. Nûnerên dewletê, biryar girtibûn ku girtiyên siyasî bi îşkence, heqaret û lêdanê terbiye bikin û vîna wan bişkînin. Biryar girtibûn ku bi tundiyê wan li gorî xwe terbiye bikin. Lê girtiyên siyasî ku nûneriya gel dikir jî bi biryar û bawerî bûn ku dê tu carî li dijî vê zilm û zordariyê serî netewînin. Her ku nûnerên dewletê rêjeya îşkence û neheqiyê zêde dikir, girtiyên siyasî jî ew qas bêtir li ber xwe didan. Herî dawî li dijî vê îşkenceya giran di 14’ê Tîrmehê de biryar dan ku êdî dest bi rojiya mirinê bikin.
Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li zindana Amedê, li dijî tundî û înkara rayedarên girtîgehê, girtiyên siyasî li ber xwe dan. Girtiyên PKK’î M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê dest bi rojiya mirinê kirin. Rayedarên girtîgehê li Girtîgeha Amedê di şexsê qedroyên pêşeng de bi îşkenceya ku li qedroyan dikirin, hewl didan ku civakekê bi tevahî tune bikin.
Çalakî li pey çalakiyan pêş ketin
Li Girtîgeha hêjmar 5 a Amedê, êşkenceyek zêde dihate kirin. Li dijî îşkenceyê giran, girtiyên PKK’ê dest bi berxwedanê kirin û 21’ê Adara 1982’yan Mazlûm Dogan, li dijî sepanên dijmirovî, hovîtî, îşkence, şeva Newrozê çalakî li dar xist. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan, di 18’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bedena xwe dan ber êgir û çalaki li dar xistin.
Tevî hemû çalakiyan, rêveberiya leşkerî ya girtîgehê dîsa îşkence zêde kir. Parastina li dadgehê asteng kir. Ji ber vê yekê damezirînerê PKK’ê Mehmet Xeyrî Durmuş li salona danişînê çalakiya ‘’Rojiya Mirinê’’ ragihand. Gelek girtî beşdar bûn. Di çalakiya rojiya mirinê de Xayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan.
Generalan hemû hêza xwe xistin meriyetê bi ser neketin
Generalên darbeya 12’ê Îlonê çi qas hêza wan hebû, hemû hêza xwe li zindana Amedê li dijî girtiyên PKK’ê xistin meriyete. Pêşengên gel ku dewletê digot, ‘Me ew defin kirin, tune kirin’ li vê zindanê bûn. Dewletê bi tinekirina pêşengên gel, dixwest pêşî li vejîna gel bigire.
Geşedanên li zindana Amedê pêş diket, ji cîhanê dihat veşartin. Modêlên îşkeneyê yên ji Wîetnam, Çîn, Nîkaragûyê hatibûn standin, li vir dihatin sepandin. Li dijî girtiyên siyasî rêbazên êşkenceyê yên li dijî mirovahiyê dihatin kirin.
14’ê Tîrmehê pêngavek nû da destpêkirin
Rayedaran di şexsên girtiyên PKK’iyan de dixwestin ku nasnameya kurt înkar bikin. Bi dirûşmeyên “Bi tirkî biaxive pir bi axive” û “Kêfxweşî ye ji kesên dibêjin ez tirk im re” înkar li girtiyên siyasî ferz dikirin. Dîsa bi ezberkirina dehan sirûdên nijadperestî dixwestin kurd ji nasnameya xwe şerm bikin. Girtiyan bi berxwedana xwe ev polîtîka pûç kir. Vîna Kurdan û bûneweriya wan vejiya. Li zindanê di rojiya mirinê de du daxwaz hebûn; yek jê parastina siyasî û ya dî, rawestanina îxanetê, rawestandina hovîtiyê.
Girtiyan li salona dadgehê ligel îşkenceya giran parastina siyasî û nasnameyê kirin. Piştî çalakî bi ser ket, Esat Oktay û tîma wî zindana Amedê terikandin. Li Zindana hêjmar 5 a Amedê, M. Xeyrî Durmuş di 15’ê Tîrmehê de li dadgehê gotibû ‘’Ên ku dibêjin ew ê ji bo vî gelî têbikoşin, divê têkoşîna çekdarî deynin ber xwe, bêyî ku berxwedaniyeke çekdarî were kirin, mêtingerî ti caran nayê têkbirin’’. Piştî vê gotinê li kampên Libnan-Filîstînê, milîtanên PKK’ê ên amadekariya têkoşîna çekdarî dikirin, dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Piştî vê yekê di 15’ê Tebaxa 1984’an PKK’îyan li Dih, Şemzînanê dest bi şerê çekdarî kirin. Çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê, di dîroka kurdan de edî diyarker bû.
Çalakiya duyem li dijî cilê yek rengî bû
’Berxwedana rojiya mirinê’’ ya duyan dîsa 1984’an, li Zindana hêjmar 5’an a Amedê pêk hat. Ji bo protestokirina kincên yek reng ku li hemû girtiyan dihate gerzkirin bû. Bi sedan kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 1988, 1989’an di çalakiyan de hin girtiyan jiyana xwe ji dest da. Amirê Ewlehiya Hundir a Zindana Hêjmar 5 a Amedê, Serpêl Esat Oktay Yildiran, di sala 1988’an de, li Halkali ya Stenbolê, ji hêla PKK’iyên ku gotin ‘’Me slavên Kemal Pîr anîne’’ ve hat kuştin. Serpêl Esat Oktay Yildiran ku bi ser neket, piştî berxwedana li zindana Amedê ji peywirê hate girtin.
Li dijî zextan çalakî heta îro didomin
Di sala 1995’an de li 20 girtîgehan 5 hezar girtî ketin greva birçîbûnê, 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Di Nîsana 1996’an de piştî ku fikra ‘’girtîgeha bi tîpa tabûtê’’ hate rojevê, çalakiya herî mezin dest pê kir. Li 38 bajaran, li 43 girtîghan 2 hezar û 174 girtî ketin greva birçîbûnê. 355 girtî ketin rojiya mirinê. 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di 20’ê cotmeha 2000’an de greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girseyî dest pê kir. Di 19’ê kanûna 2001’ê hêzen leşkerî êrîşî girtîgehan kirin. 28 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan.
Di 20’ê cotmeha 2000’an de, li dijî polîtîkaya tasfiyekirinê û girtîgehên Tîpa F bê rojevê çalakiyan dest pê kir.
12’ê Îlona 2012’an di salvegera darbeya leşkerî de, girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza mafê zimanê Kurd û rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyan kirin. 600 girtî li gelek girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di çalakiya 68 rojan de malbat çûn Îmraliyê.
Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de di danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 9’an de got ‘’Ez ketima bin bandora perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a cihê jinê ya di nav siyasetê de û ketim nav siyasetê. Îro tecrîda li ser Rêzdar Ocalan ne tenê li ser şexsekî ye, li ser tevahiya civakekê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan şermezar bikim, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikim. Hewce bike ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê.’’
Piştî çalakiya 200 rojan, Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê slav kir û xwest ku greva birçîbûnê ya 200 rojî bi çalakiyên rengên cuda were domandin. Çalakî piştî 200 rojan bi dawî bû.
Çalakî li zindanan didome
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46’emîn di roja 229’emîn de berdewam dike.
Navenda Nûçeyan