12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Çalakger: Tecrîdê rakin

Malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber girtîgehan çalakiya, “Deng bidin azadiyê” li dar xistin. Malbatên girtiyan li Amed, Êlih, Edene, Mêrsîn û Îzmire çalakî li darxistin û xwestin deng û daxwaza girtiyan bibhîzin.

Amed

Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polîsan çalakî asteng kirin. Lê dayikan pêşmalkên “tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên MED TUHAD FED, Komeleya TUAY-DER, DEM Partî, DBP, TJA, nûnerên saziyên sivîl û gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û da zanîn ku ev zext feydeyê ne li gelê kurd û ne jî li gelên din ên Tirkiyeyê dikin. Şahîn, anî ziman ku li seranserî welêt tecrîdek heye û wiha got: “Ev tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, gihîştiye her aliyê civakê. Tevî van hemû zextan jî em ê di çareseriya demokratîk de israr bikin. Çend roj berê em bûn şahidê bêhiqûqiyeke mezin û me doza kûmpaskirî ya Kobanê dît. Li dehan hevalên me cezayên dijhiqûqî hatin birîn. Em van cezayan jî qebûl nakin û em ê li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Heta ku ev welêt demokratîk bibe em ê berxwedana xwe bidomînin. Hûn dikarin bi mertalên xwe pêşî li rojnamevanan bigirin lê çavên cîhanê hemû li ser vir e. Em careke din vê dibêjin, heta ku tecrîd neyê rakirin welat azad nabe.”

Êlih

Li Êlihê jî malbatên girtiyan û nûnerên saziyan li ber Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê xwestin bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyanî bidin û çalakî li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku li derdora girtîgehê çalakî qedexe ye destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li dar xist.

Îzmîr

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na û ji girtiyan re azadî” berzkirin. Hevserokê DEM Partiya Îzmîrê Mehmet Kuruş di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye Û xwest tecrîd bê rakirin û aktorên çareserkirina pirsgirêka kurd bikevin dewrê.

Malbatan piştre çalakiya rûniştinê li dar xistin û dirûşme berz kirin.

Edene

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li Edeneyê li ber Girtîgeha Kurkçulerê çalakî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bidin rakirin, deng bide azadiya aştiya civakî” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin. Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Hêlîn Kaya axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd zext e, zilm e, îkence ye, îmha ye, înkar e, şer e, navtêdan e, birçîbûn û feqîr ye. Li Tirkiyeyê sepanên ku xistine dewrê ji dîktatoriyê jî bihûriye. Divê em hemû li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.”

Piştî axaftinê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

Mêrsîn

Li Mêrsînê jî malbatên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan destnîşan kir ku tecrîd îşkence ye û got: “Tecrîda ku 25 sal in li Îmraliyê didome zilma qesrê ye. Em ê vê zilmê rakin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest her kes li têkoşîn û daxwaza girtiyan xwedî derkeve.